Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #37 Translated in Kurdish

قَالَ يَا آدَمُ أَنْبِئْهُمْ بِأَسْمَائِهِمْ ۖ فَلَمَّا أَنْبَأَهُمْ بِأَسْمَائِهِمْ قَالَ أَلَمْ أَقُلْ لَكُمْ إِنِّي أَعْلَمُ غَيْبَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَأَعْلَمُ مَا تُبْدُونَ وَمَا كُنْتُمْ تَكْتُمُونَ
(Yezdan ji bona nişa kesan ra) gotîye: “Adem! tu ji bona fereştan ra navê wan tiştan bêje.” Îdî gava Adem navê wan tiştan ji fereştan ra gotîye (ewan bêzar mane). Yezdan ji wan ra gotîye: “Min ji bona we ra ne got. Ku bi rastî ez bi veşartinê tiştne di ezman û zemîn da hene dizanim û ez bi wan tiştne ku hûn vedişêrin û diyar dikin jî dizanim
وَإِذْ قُلْنَا لِلْمَلَائِكَةِ اسْجُدُوا لِآدَمَ فَسَجَدُوا إِلَّا إِبْلِيسَ أَبَىٰ وَاسْتَكْبَرَ وَكَانَ مِنَ الْكَافِرِينَ
Û di gava me ji bona fereştan ra gotîye: “Hûn ji bona Adam ra kunde beherin.” Îdî ji pêştirê pelîd, hemûşkan kunde birin. Pelîd ji kunde birine para çû, ewî quretî kir. Û (pelîd bi xweber jî) bûye file
وَقُلْنَا يَا آدَمُ اسْكُنْ أَنْتَ وَزَوْجُكَ الْجَنَّةَ وَكُلَا مِنْهَا رَغَدًا حَيْثُ شِئْتُمَا وَلَا تَقْرَبَا هَٰذِهِ الشَّجَرَةَ فَتَكُونَا مِنَ الظَّالِمِينَ
Û me (ji bona Adem ra) gotîye: “Adem! Tu û bi tevê jina xwe va di bihiştê da bihewin hûn ji kêdera bihiştê divên, hûn di wura da (ji berê wê) bixun. Lê hûn herduk jî nêzîkê vê dara (da nîşana tiştan Şeceretul me´rifet) nebin. Îdî heke hûn nêzîkên wê darê bibin (ji berê wê bixun) hûnê bibine jiwanê cewrkar.”
فَأَزَلَّهُمَا الشَّيْطَانُ عَنْهَا فَأَخْرَجَهُمَا مِمَّا كَانَا فِيهِ ۖ وَقُلْنَا اهْبِطُوا بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّ ۖ وَلَكُمْ فِي الْأَرْضِ مُسْتَقَرٌّ وَمَتَاعٌ إِلَىٰ حِينٍ
Îdî pelîd ewan herduk jî ji bihiştê şimitandin û ewan herduk ji wan xweşîne, ku ewan berê têda bûn, derxistin. Me jî (ji bona wan ra) got: “Hûn ji bihiştê berjêr bibin, hinekî ji we, ji bona hinekne we ra neyar bin. Hûnê heya danekî di zemîn da bi vê temtêlê bijîn
فَتَلَقَّىٰ آدَمُ مِنْ رَبِّهِ كَلِمَاتٍ فَتَابَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّهُ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
(Paşê) Adem ji Xudayê xwe çend peyv hildan (bi wan peyvan ji Xuda lava kirîye) Xuda jî lavaya wî litê kirîye. Bi rastî baxişgerê dilovîn hey Xuda ye

Choose other languages: