Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #262 Translated in Kurdish

أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِي حَاجَّ إِبْرَاهِيمَ فِي رَبِّهِ أَنْ آتَاهُ اللَّهُ الْمُلْكَ إِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ رَبِّيَ الَّذِي يُحْيِي وَيُمِيتُ قَالَ أَنَا أُحْيِي وَأُمِيتُ ۖ قَالَ إِبْرَاهِيمُ فَإِنَّ اللَّهَ يَأْتِي بِالشَّمْسِ مِنَ الْمَشْرِقِ فَأْتِ بِهَا مِنَ الْمَغْرِبِ فَبُهِتَ الَّذِي كَفَرَ ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Ma qey tu li bal wî kesê, ku di mafê Xudayê Îbrahîm da, bi Îbrahîm ra tekoşîn kiribûye mêze nakî? Ji ber ku Yezdan ji wî ra seroktî û maldarî dabûye, gava Îbrahîm ji wî ra gotibûye: “Ewe zindetî û mirinê çê dike heye! Ewa Xudayê min e.” Ewî jî (ji bona Îbrahîm ra) gotibûye: “Ez bi xweber jî zindetî û mirinê çê dikim.” Îbrahîm (ji wî ra) gotîye: “Bi rastî Yezdan rojê ji rojhilatê tîne, (ka îdî tu jî rojê ji rojava bîne.” Îdî ewa nankora (di hemberê) Îbrahîm da li pîya bêzar maye. Û Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast
أَوْ كَالَّذِي مَرَّ عَلَىٰ قَرْيَةٍ وَهِيَ خَاوِيَةٌ عَلَىٰ عُرُوشِهَا قَالَ أَنَّىٰ يُحْيِي هَٰذِهِ اللَّهُ بَعْدَ مَوْتِهَا ۖ فَأَمَاتَهُ اللَّهُ مِائَةَ عَامٍ ثُمَّ بَعَثَهُ ۖ قَالَ كَمْ لَبِثْتَ ۖ قَالَ لَبِثْتُ يَوْمًا أَوْ بَعْضَ يَوْمٍ ۖ قَالَ بَلْ لَبِثْتَ مِائَةَ عَامٍ فَانْظُرْ إِلَىٰ طَعَامِكَ وَشَرَابِكَ لَمْ يَتَسَنَّهْ ۖ وَانْظُرْ إِلَىٰ حِمَارِكَ وَلِنَجْعَلَكَ آيَةً لِلنَّاسِ ۖ وَانْظُرْ إِلَى الْعِظَامِ كَيْفَ نُنْشِزُهَا ثُمَّ نَكْسُوهَا لَحْمًا ۚ فَلَمَّا تَبَيَّنَ لَهُ قَالَ أَعْلَمُ أَنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Û ma qey bûyera wî kesê, ku di nava gundekî da borîye: Ewa gunda jî wusa wêran bibû (tiştekî wî li ser tiştekî ne maye, te ne bihîstîye)” Ewî merivê gotibûye: “Ka wê Yezdanê evî gundî ji piştî mirina wî, we ça zinde bike?” Îdî Yezdan ewa meriva sed salî mirandîye, paşê (Yezdan ewa meriva) rakirîye. (Yezdan) ji wî pirs kirîye: “Ka tu çi qas mayî?” Ewî (ji Yezdan ra) gotîbûye: “Ez royekî mabûme, ya jî danekî ji royê mabûme.” (Yezdan ji wî ra) gotibûye: “(Na, gotinê te nîne) lê tu sed salî mabûyî. Îdî tu li bal xwarin û vexwarinê xwe ra mêze bike, ku hêj ewan baborî ne bûne û tu li bal kera xwe da jî mêze bike. Û ji bo ku em te ji bona merivan ra bixne beratenê sodret; tu li bal hestîyan da mêze bike, ka em ça ewanan rast dikin, paşê em ka ça (wekî kincan) goşt li wan dikin. Îdî di gava ji bona wî ra xûya bû, ku eva bûyera bi serê wî da borîye (ewî aha) gotîbûye: “Bi rastî ez dizanim, ku Yezdan bi rastî li ser hemû tiştan bi hêz e”
وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ رَبِّ أَرِنِي كَيْفَ تُحْيِي الْمَوْتَىٰ ۖ قَالَ أَوَلَمْ تُؤْمِنْ ۖ قَالَ بَلَىٰ وَلَٰكِنْ لِيَطْمَئِنَّ قَلْبِي ۖ قَالَ فَخُذْ أَرْبَعَةً مِنَ الطَّيْرِ فَصُرْهُنَّ إِلَيْكَ ثُمَّ اجْعَلْ عَلَىٰ كُلِّ جَبَلٍ مِنْهُنَّ جُزْءًا ثُمَّ ادْعُهُنَّ يَأْتِينَكَ سَعْيًا ۚ وَاعْلَمْ أَنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û tu (ewê gava, ku Îbrahîm ji Xudayê lava kirîye, bîra xwe bîne. Îbrahîm) gotibûye: “Xudayê min! Tu bi min bide xûyandinê, ka tu ça mirya zinde dikî? (Xweda ji Îbrahîm ra) gotîye: “Qey tu bawer nakî?” )(Îbrahîm ji Xweda ra) gotîye: “Çima (ez bawer dikim) lê ji bona dilê min bi nîve (bi min bide xûyandinê)”. (Xweda ji bona Îbrahîm ra) gotîye: “Tu ji çûçikan çar liban bigire, îdî tu ewan çûçikan li bal xwe kerî bike, paşê tu ewan çûçikan, heryekê dayne serê çîyayekî û paşê tu gazî wan çûçikan bike; ewan çûçikanê bi lez werne bal te. Û tu bizane! Ku bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan servahatê bijejke ye”
مَثَلُ الَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ كَمَثَلِ حَبَّةٍ أَنْبَتَتْ سَبْعَ سَنَابِلَ فِي كُلِّ سُنْبُلَةٍ مِائَةُ حَبَّةٍ ۗ وَاللَّهُ يُضَاعِفُ لِمَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Hewcekîya wanne, ku malê xwe di rêya Yezdan da disixurînin, hene! Wekî, ku libek heft weşîyan bigire, di her weşîyekî da jî sed lib hebin, wusa dibe. Û Yezdan ji bona evînê xwe ra hêj carbicar pir dike. Û Yezdan zengînê zana ye
الَّذِينَ يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ثُمَّ لَا يُتْبِعُونَ مَا أَنْفَقُوا مَنًّا وَلَا أَذًى ۙ لَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Ewanê, ku malê xwe di rêya Yezdan da disixurînin û paşê jî li pey sixurandinê da gote gotin û cefadan jî ne kirîbûn hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, kirya wan heye. Û li ser wan tirsa (ji agir) û mirûzîya (kêm xelatdanê) jî tune ye

Choose other languages: