Surah Al-Baqara Ayahs #253 Translated in Kurdish
فَلَمَّا فَصَلَ طَالُوتُ بِالْجُنُودِ قَالَ إِنَّ اللَّهَ مُبْتَلِيكُمْ بِنَهَرٍ فَمَنْ شَرِبَ مِنْهُ فَلَيْسَ مِنِّي وَمَنْ لَمْ يَطْعَمْهُ فَإِنَّهُ مِنِّي إِلَّا مَنِ اغْتَرَفَ غُرْفَةً بِيَدِهِ ۚ فَشَرِبُوا مِنْهُ إِلَّا قَلِيلًا مِنْهُمْ ۚ فَلَمَّا جَاوَزَهُ هُوَ وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ قَالُوا لَا طَاقَةَ لَنَا الْيَوْمَ بِجَالُوتَ وَجُنُودِهِ ۚ قَالَ الَّذِينَ يَظُنُّونَ أَنَّهُمْ مُلَاقُو اللَّهِ كَمْ مِنْ فِئَةٍ قَلِيلَةٍ غَلَبَتْ فِئَةً كَثِيرَةً بِإِذْنِ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ مَعَ الصَّابِرِينَ
Îdî di gava “Talût” bi leşkerê xwe va ji bona qirînê derket (Talût ji bona leşkerê xwe ra) gotîye: “(Gelî leşker) bi rastî Yezdanê we bi çemekî (ji avê) biceribîne, îdî kîjan ji (ava wî) çemî vexwe, bi rastî ewa îdî ji heval û leşkerê min nîne û kîjan ji (ava wî) çemî qe tam neke, ya jî kîjan ji (ava wî) çemî qemçekî bi destê xwe vexwe, ewa ji heval û leşkerê min e.” Îdî ji pêştirê hindikne ji wan, hemûşka jî (av) ji wî çemî vexwarin. Îdî di gava (Talût) bi xweber û ewanê ku (bi Talût) bawer kirine, ji çem borine, ewan ji hev ra gotine: “Di îro da tu hêza me tune ye, ku em (bi Calût-Galût) û bi leşkerê wî ra qirîn bikin.” Ewanê goman kirine, ku wê ewanê herin bigîhêjne Yezdan ji wan hevalne xwe ra gotine: “Çi qa komne piçûk hebûne, ku bi dustûra Yezdan li ser wan komne mezin servahatine!” Û Yezdan bi xweber jî bi hawkeran ra ne
وَلَمَّا بَرَزُوا لِجَالُوتَ وَجُنُودِهِ قَالُوا رَبَّنَا أَفْرِغْ عَلَيْنَا صَبْرًا وَثَبِّتْ أَقْدَامَنَا وَانْصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ
Û di gava (Talût bi hevalê xwe va) derketine ji bona qirîna bi Calût (Galût-Çalût-Jalût) û leşkerê wî bi hemberî bikin (aha bi lavatî) gotine: “Xudayê me! Tu li ser me da hewdanê vala bike û tu di hemberê wan da pê me bi cîh bike (ku ji şûna xwe nehejin).” Û tu arîkarya me li ser komalê file bike
فَهَزَمُوهُمْ بِإِذْنِ اللَّهِ وَقَتَلَ دَاوُودُ جَالُوتَ وَآتَاهُ اللَّهُ الْمُلْكَ وَالْحِكْمَةَ وَعَلَّمَهُ مِمَّا يَشَاءُ ۗ وَلَوْلَا دَفْعُ اللَّهِ النَّاسَ بَعْضَهُمْ بِبَعْضٍ لَفَسَدَتِ الْأَرْضُ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ ذُو فَضْلٍ عَلَى الْعَالَمِينَ
Îdî ewan (Talûtîyan) bi dustûra Yezdan berê Calût (Galût-Çalût- Jalût û leşkerê) wî dan, û Dawûd (Dawîd) jî Calût kuştîye. Û Yezdan ji bona Dawûd ra seroktî û zanîna retkokî daye û Dawûd çi vaye, Yezdan ewa tişta ji bona Dawûd ra hîn kiriye. Û heke parizaya Yezdan, ji bona marivan ra tune bûya wê zemînê ji lêdana hinekne wan li hinekî wan, tevê hev bûya û lê Yezdan li ser hemû gerdûnê xweyê abure
تِلْكَ آيَاتُ اللَّهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّ ۚ وَإِنَّكَ لَمِنَ الْمُرْسَلِينَ
(Muhammed!) Evan beratenê Yezdan in, em bi rastî ji te ra dixûnin.Û bi rastî tu ji pêxemberanî
تِلْكَ الرُّسُلُ فَضَّلْنَا بَعْضَهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ ۘ مِنْهُمْ مَنْ كَلَّمَ اللَّهُ ۖ وَرَفَعَ بَعْضَهُمْ دَرَجَاتٍ ۚ وَآتَيْنَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ الْبَيِّنَاتِ وَأَيَّدْنَاهُ بِرُوحِ الْقُدُسِ ۗ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ مَا اقْتَتَلَ الَّذِينَ مِنْ بَعْدِهِمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ وَلَٰكِنِ اخْتَلَفُوا فَمِنْهُمْ مَنْ آمَنَ وَمِنْهُمْ مَنْ كَفَرَ ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ مَا اقْتَتَلُوا وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يَفْعَلُ مَا يُرِيدُ
Evan pêxemberan in, ku me hinekne ji wan li ser hinekî wan paydar kirine. Ji wan, (pêxemberan) hinekne wan hene, ku Yezdan bi wan ra axiftin kirîye û hinekne wan jî (Yezdan) ewan bi payan bilind kirine. Me ji bona Îsayê kurê Meryemê ra beratenê daveker şandiye û me Îsa bi canê pîroz daye hêz kirinê. Ewan komne li pey, (pêxemberan) mane hene! Ji piştî ku ji wan ra beratenê daveker hatibûn heke Yezdan bi va, îdî ewan bi hev ra qirîn ne dikirin û lê ewan li pey (pêxemberan) di wan beratan da ne wekhev bûne, îdî hinek ji wan bi wan biryaran bawer kirine û hinek ji wan jî bûne file (bi wan bawer ne kirine). Heke Yezdan bi va ewan bi hev ra qirîn ne dikirin û lê Yezdan çi bivê ewî dike
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
