Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #255 Translated in Kurdish

فَهَزَمُوهُمْ بِإِذْنِ اللَّهِ وَقَتَلَ دَاوُودُ جَالُوتَ وَآتَاهُ اللَّهُ الْمُلْكَ وَالْحِكْمَةَ وَعَلَّمَهُ مِمَّا يَشَاءُ ۗ وَلَوْلَا دَفْعُ اللَّهِ النَّاسَ بَعْضَهُمْ بِبَعْضٍ لَفَسَدَتِ الْأَرْضُ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ ذُو فَضْلٍ عَلَى الْعَالَمِينَ
Îdî ewan (Talûtîyan) bi dustûra Yezdan berê Calût (Galût-Çalût- Jalût û leşkerê) wî dan, û Dawûd (Dawîd) jî Calût kuştîye. Û Yezdan ji bona Dawûd ra seroktî û zanîna retkokî daye û Dawûd çi vaye, Yezdan ewa tişta ji bona Dawûd ra hîn kiriye. Û heke parizaya Yezdan, ji bona marivan ra tune bûya wê zemînê ji lêdana hinekne wan li hinekî wan, tevê hev bûya û lê Yezdan li ser hemû gerdûnê xweyê abure
تِلْكَ آيَاتُ اللَّهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّ ۚ وَإِنَّكَ لَمِنَ الْمُرْسَلِينَ
(Muhammed!) Evan beratenê Yezdan in, em bi rastî ji te ra dixûnin.Û bi rastî tu ji pêxemberanî
تِلْكَ الرُّسُلُ فَضَّلْنَا بَعْضَهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ ۘ مِنْهُمْ مَنْ كَلَّمَ اللَّهُ ۖ وَرَفَعَ بَعْضَهُمْ دَرَجَاتٍ ۚ وَآتَيْنَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ الْبَيِّنَاتِ وَأَيَّدْنَاهُ بِرُوحِ الْقُدُسِ ۗ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ مَا اقْتَتَلَ الَّذِينَ مِنْ بَعْدِهِمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ وَلَٰكِنِ اخْتَلَفُوا فَمِنْهُمْ مَنْ آمَنَ وَمِنْهُمْ مَنْ كَفَرَ ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ مَا اقْتَتَلُوا وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يَفْعَلُ مَا يُرِيدُ
Evan pêxemberan in, ku me hinekne ji wan li ser hinekî wan paydar kirine. Ji wan, (pêxemberan) hinekne wan hene, ku Yezdan bi wan ra axiftin kirîye û hinekne wan jî (Yezdan) ewan bi payan bilind kirine. Me ji bona Îsayê kurê Meryemê ra beratenê daveker şandiye û me Îsa bi canê pîroz daye hêz kirinê. Ewan komne li pey, (pêxemberan) mane hene! Ji piştî ku ji wan ra beratenê daveker hatibûn heke Yezdan bi va, îdî ewan bi hev ra qirîn ne dikirin û lê ewan li pey (pêxemberan) di wan beratan da ne wekhev bûne, îdî hinek ji wan bi wan biryaran bawer kirine û hinek ji wan jî bûne file (bi wan bawer ne kirine). Heke Yezdan bi va ewan bi hev ra qirîn ne dikirin û lê Yezdan çi bivê ewî dike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَنْفِقُوا مِمَّا رَزَقْنَاكُمْ مِنْ قَبْلِ أَنْ يَأْتِيَ يَوْمٌ لَا بَيْعٌ فِيهِ وَلَا خُلَّةٌ وَلَا شَفَاعَةٌ ۗ وَالْكَافِرُونَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Geli bawergeran! Di berya wê roya, ku tu firotin û dostî û yarî û menderî qe têda tune ye, hêj ne hatîye; ji wan rojîne, ku me ji bona we ra daye,hûn jî ji bona hewcan ra bidin (loma ewanê) nankorî dikin hene! Ewanan bi xweber cewrkar in
اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الْحَيُّ الْقَيُّومُ ۚ لَا تَأْخُذُهُ سِنَةٌ وَلَا نَوْمٌ ۚ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ مَنْ ذَا الَّذِي يَشْفَعُ عِنْدَهُ إِلَّا بِإِذْنِهِ ۚ يَعْلَمُ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ ۖ وَلَا يُحِيطُونَ بِشَيْءٍ مِنْ عِلْمِهِ إِلَّا بِمَا شَاءَ ۚ وَسِعَ كُرْسِيُّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ ۖ وَلَا يَئُودُهُ حِفْظُهُمَا ۚ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْعَظِيمُ
Yezdan ew e; ku ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîye) tune ye. Ewa zindeyê bi hêz e. Hênijandin û xew bi wî nagire. Çi qa tiştne di ezman û zemîn da hene! hemûşk ji bona wî ra ne. Bê dustûra wî tu kes li bal wî mehderî nake (gelo ji pêştirê dustûra wî kê dikare, ku mehderî bike?) Yezdan bi wê (keda) ewan kirine û bi wê (keda) ewan dikin dizane. Û ewan tu tiştekî ji zanîna wî, hilnedane binê zanîna xwe, ji pêştirê, ewê zanîna ku ewî va ye (ewan bizanin). Û hêz û zanîna wî ezman û zemîn hildaye nava xwe da. Û parisvanîya wan herdukan jî, Yezdan (ji parisvanîya wan) bê zar nake. Û bilindê mezin hey ewa ye

Choose other languages: