Surah Al-Baqara Ayahs #258 Translated in Kurdish
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَنْفِقُوا مِمَّا رَزَقْنَاكُمْ مِنْ قَبْلِ أَنْ يَأْتِيَ يَوْمٌ لَا بَيْعٌ فِيهِ وَلَا خُلَّةٌ وَلَا شَفَاعَةٌ ۗ وَالْكَافِرُونَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Geli bawergeran! Di berya wê roya, ku tu firotin û dostî û yarî û menderî qe têda tune ye, hêj ne hatîye; ji wan rojîne, ku me ji bona we ra daye,hûn jî ji bona hewcan ra bidin (loma ewanê) nankorî dikin hene! Ewanan bi xweber cewrkar in
اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الْحَيُّ الْقَيُّومُ ۚ لَا تَأْخُذُهُ سِنَةٌ وَلَا نَوْمٌ ۚ لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ مَنْ ذَا الَّذِي يَشْفَعُ عِنْدَهُ إِلَّا بِإِذْنِهِ ۚ يَعْلَمُ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ ۖ وَلَا يُحِيطُونَ بِشَيْءٍ مِنْ عِلْمِهِ إِلَّا بِمَا شَاءَ ۚ وَسِعَ كُرْسِيُّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ ۖ وَلَا يَئُودُهُ حِفْظُهُمَا ۚ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْعَظِيمُ
Yezdan ew e; ku ji pêştirê wî tu yezdanê (babetê perestîye) tune ye. Ewa zindeyê bi hêz e. Hênijandin û xew bi wî nagire. Çi qa tiştne di ezman û zemîn da hene! hemûşk ji bona wî ra ne. Bê dustûra wî tu kes li bal wî mehderî nake (gelo ji pêştirê dustûra wî kê dikare, ku mehderî bike?) Yezdan bi wê (keda) ewan kirine û bi wê (keda) ewan dikin dizane. Û ewan tu tiştekî ji zanîna wî, hilnedane binê zanîna xwe, ji pêştirê, ewê zanîna ku ewî va ye (ewan bizanin). Û hêz û zanîna wî ezman û zemîn hildaye nava xwe da. Û parisvanîya wan herdukan jî, Yezdan (ji parisvanîya wan) bê zar nake. Û bilindê mezin hey ewa ye
لَا إِكْرَاهَ فِي الدِّينِ ۖ قَدْ تَبَيَّنَ الرُّشْدُ مِنَ الْغَيِّ ۚ فَمَنْ يَكْفُرْ بِالطَّاغُوتِ وَيُؤْمِنْ بِاللَّهِ فَقَدِ اسْتَمْسَكَ بِالْعُرْوَةِ الْوُثْقَىٰ لَا انْفِصَامَ لَهَا ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Di (litê kirina) ola (misilmanîyê da) tu kotekî tune ye. Bi rastî îdî mafitî û pûçatî rind ji hev xûya bûye. Îdî kîjan bi pelîd bawer neke û bi Yezdan bawer bike, bi sond! Ewî bi çemilê bê qetyayê girtîye, ku tu pizirandin ji bona wî çemîlî ra tune ye. Û Yezdan bi xweber jî bîhîstekê pir zan e
اللَّهُ وَلِيُّ الَّذِينَ آمَنُوا يُخْرِجُهُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ ۖ وَالَّذِينَ كَفَرُوا أَوْلِيَاؤُهُمُ الطَّاغُوتُ يُخْرِجُونَهُمْ مِنَ النُّورِ إِلَى الظُّلُمَاتِ ۗ أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Ewanê bawer kirine hene! Serkarê wan Yezdan e. Yezdan ewan ji tarîtîyê li bal ronahîyê da derdixe. Lê ewanê bûne file serkarê wan jî pelîd e. Pelîd jî ewanan ji ronahîyê li bal tarîtîyê da derdixe, hevrînê agir evan in. Ewanê ku di agir da dimînin evan bi xweber in
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِي حَاجَّ إِبْرَاهِيمَ فِي رَبِّهِ أَنْ آتَاهُ اللَّهُ الْمُلْكَ إِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ رَبِّيَ الَّذِي يُحْيِي وَيُمِيتُ قَالَ أَنَا أُحْيِي وَأُمِيتُ ۖ قَالَ إِبْرَاهِيمُ فَإِنَّ اللَّهَ يَأْتِي بِالشَّمْسِ مِنَ الْمَشْرِقِ فَأْتِ بِهَا مِنَ الْمَغْرِبِ فَبُهِتَ الَّذِي كَفَرَ ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Ma qey tu li bal wî kesê, ku di mafê Xudayê Îbrahîm da, bi Îbrahîm ra tekoşîn kiribûye mêze nakî? Ji ber ku Yezdan ji wî ra seroktî û maldarî dabûye, gava Îbrahîm ji wî ra gotibûye: “Ewe zindetî û mirinê çê dike heye! Ewa Xudayê min e.” Ewî jî (ji bona Îbrahîm ra) gotibûye: “Ez bi xweber jî zindetî û mirinê çê dikim.” Îbrahîm (ji wî ra) gotîye: “Bi rastî Yezdan rojê ji rojhilatê tîne, (ka îdî tu jî rojê ji rojava bîne.” Îdî ewa nankora (di hemberê) Îbrahîm da li pîya bêzar maye. Û Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
