Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #209 Translated in Kurdish

وَإِذَا تَوَلَّىٰ سَعَىٰ فِي الْأَرْضِ لِيُفْسِدَ فِيهَا وَيُهْلِكَ الْحَرْثَ وَالنَّسْلَ ۗ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الْفَسَادَ
Û di gava ku ewa dibe (serokê merivan) ji bona ku di zemîn da tevdanî derxe ku çan dinî û ûrtan hemûşkan teşqele bike, li bal heval û piştevanne xwe ra diçe. Yezdan bi xweber jî ji tevdanokan hez nake
وَإِذَا قِيلَ لَهُ اتَّقِ اللَّهَ أَخَذَتْهُ الْعِزَّةُ بِالْإِثْمِ ۚ فَحَسْبُهُ جَهَنَّمُ ۚ وَلَبِئْسَ الْمِهَادُ
Di gava ji bona wî ra bê gotinê: “Tu Yezdan parisî bike (dest ji van xebatan berde.)” Quretî bi wî digire, hêj ji bona wan xebatan pêşvatir diçe. Îdî ji bona wî ra doj bes e û doj jî çi qa şûnek e sike
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَشْرِي نَفْسَهُ ابْتِغَاءَ مَرْضَاتِ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ رَءُوفٌ بِالْعِبَادِ
Û hinek ji merivan jî hene, ku canê xwe di rêya Yezdan da difiroşe (xwe dide kuştinê) ji bo ku qayîlbûna Yezdan bikire. Bi rastî Yezdan bi xweber jî ji bona bendenê xwe ra henûn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا ادْخُلُوا فِي السِّلْمِ كَافَّةً وَلَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ ۚ إِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُبِينٌ
Gelî bawergeran! Hûn bi hemûtî bikebine ola bi nav Îslamê (ya jî bi hemûtî bi aştî bijîn, li hev werin.) Û hûn nebine peyrewê şopa pelîd. Bi rastî pelîd ji bona we ra ne yarekî xwûya ye
فَإِنْ زَلَلْتُمْ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْكُمُ الْبَيِّنَاتُ فَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
(Gelî bawergeran!) Heke hûn ji piştî, ku ewan biryarne huzwartî ji we ra hatibe bişimitên, îdî hûn bizanin! Bi rastî Yezdan servahetê bijejke ye

Choose other languages: