Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #201 Translated in Kurdish

الْحَجُّ أَشْهُرٌ مَعْلُومَاتٌ ۚ فَمَنْ فَرَضَ فِيهِنَّ الْحَجَّ فَلَا رَفَثَ وَلَا فُسُوقَ وَلَا جِدَالَ فِي الْحَجِّ ۗ وَمَا تَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ يَعْلَمْهُ اللَّهُ ۗ وَتَزَوَّدُوا فَإِنَّ خَيْرَ الزَّادِ التَّقْوَىٰ ۚ وَاتَّقُونِ يَا أُولِي الْأَلْبَابِ
Hec, mehne diyar û zanene, îdî kîjan di wan mehan da ketibe hecê (yanî îhram hilgirtibe) bira bizane! Di hecê da çûna bal nivîna jinan û sikatî û dujmîndayîn û tekoşîn tune ye. Hûn ji qencîyan çi bikin, Yezdan bi wê qencîyê dizane. Û hûn ji xwe ra rozinan bikin, îdî bi rastî rozina qenc, parisîya Yezdan e. Û gelî xwêyî hişan! Hûn parisîya min bikin
لَيْسَ عَلَيْكُمْ جُنَاحٌ أَنْ تَبْتَغُوا فَضْلًا مِنْ رَبِّكُمْ ۚ فَإِذَا أَفَضْتُمْ مِنْ عَرَفَاتٍ فَاذْكُرُوا اللَّهَ عِنْدَ الْمَشْعَرِ الْحَرَامِ ۖ وَاذْكُرُوهُ كَمَا هَدَاكُمْ وَإِنْ كُنْتُمْ مِنْ قَبْلِهِ لَمِنَ الضَّالِّينَ
Ji ber ku we ji aborya Xudayê xwe, berxwudarî di danê hecê da dixwast, tu sikatî li ser we tune ye (di danê hecê de hûn dikarin, kirîn û fırotinê bikin), îdî di gava hûn ji şûnwarê bi nav (Erefat) ê rabûn, ber bi muzdelîfê herîkin hatin, hûn li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Heramê bi perestî Yezdan bîra xwe bînin. Û hûn Yezdan bi perestî bira xwe bînin, wekî ewî ça hûn anîne rêya rast. Hûn di berya naha da hêj ji wanê rê wunda û rê wundanok bûne
ثُمَّ أَفِيضُوا مِنْ حَيْثُ أَفَاضَ النَّاسُ وَاسْتَغْفِرُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Paşê hûn jî di wan cîne, ku meriv têda bi hev ra diçin, bi hev ra herin. Hûn ji Yezdan baxişandina gunehne xwe bixwazin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
فَإِذَا قَضَيْتُمْ مَنَاسِكَكُمْ فَاذْكُرُوا اللَّهَ كَذِكْرِكُمْ آبَاءَكُمْ أَوْ أَشَدَّ ذِكْرًا ۗ فَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ رَبَّنَا آتِنَا فِي الدُّنْيَا وَمَا لَهُ فِي الْآخِرَةِ مِنْ خَلَاقٍ
Îdî di gava, ku we perestîya heca xwe pêk anî, hûn Yezdan bi perestî bîra xwe bînin wekî ku hûn ça bavê xwe bîra xwe tînin. Hêj ji bîranina bavê xwe pirtir jî Yezdan bi perestî bîra xwe bînin. Îdî hinek ji merivan hene (aha) daxwazî dikin: “Xudayê me! Tu di cihanê da ji bona me ra (qencîyan) bide.” Û ji bona wî ra di dan û gavê para da tu par tune ye
وَمِنْهُمْ مَنْ يَقُولُ رَبَّنَا آتِنَا فِي الدُّنْيَا حَسَنَةً وَفِي الْآخِرَةِ حَسَنَةً وَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Û hinek ji merivan hene jî (aha) daxwazî dikin, dibêjin: “Xudayê me! Tu ji bona me ra di cihanê da û di dan û gavê para da ji qencîyan bide û tu me ji şapata agir biparisîne

Choose other languages: