Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #203 Translated in Kurdish

ثُمَّ أَفِيضُوا مِنْ حَيْثُ أَفَاضَ النَّاسُ وَاسْتَغْفِرُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Paşê hûn jî di wan cîne, ku meriv têda bi hev ra diçin, bi hev ra herin. Hûn ji Yezdan baxişandina gunehne xwe bixwazin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
فَإِذَا قَضَيْتُمْ مَنَاسِكَكُمْ فَاذْكُرُوا اللَّهَ كَذِكْرِكُمْ آبَاءَكُمْ أَوْ أَشَدَّ ذِكْرًا ۗ فَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ رَبَّنَا آتِنَا فِي الدُّنْيَا وَمَا لَهُ فِي الْآخِرَةِ مِنْ خَلَاقٍ
Îdî di gava, ku we perestîya heca xwe pêk anî, hûn Yezdan bi perestî bîra xwe bînin wekî ku hûn ça bavê xwe bîra xwe tînin. Hêj ji bîranina bavê xwe pirtir jî Yezdan bi perestî bîra xwe bînin. Îdî hinek ji merivan hene (aha) daxwazî dikin: “Xudayê me! Tu di cihanê da ji bona me ra (qencîyan) bide.” Û ji bona wî ra di dan û gavê para da tu par tune ye
وَمِنْهُمْ مَنْ يَقُولُ رَبَّنَا آتِنَا فِي الدُّنْيَا حَسَنَةً وَفِي الْآخِرَةِ حَسَنَةً وَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Û hinek ji merivan hene jî (aha) daxwazî dikin, dibêjin: “Xudayê me! Tu ji bona me ra di cihanê da û di dan û gavê para da ji qencîyan bide û tu me ji şapata agir biparisîne
أُولَٰئِكَ لَهُمْ نَصِيبٌ مِمَّا كَسَبُوا ۚ وَاللَّهُ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Îdî ewanê, ku ji bona wan ra ji keda ku ewa kirîye par heye, evanan in. Yezdan bi xweber jî (kirinan) zû dihijmire
وَاذْكُرُوا اللَّهَ فِي أَيَّامٍ مَعْدُودَاتٍ ۚ فَمَنْ تَعَجَّلَ فِي يَوْمَيْنِ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ وَمَنْ تَأَخَّرَ فَلَا إِثْمَ عَلَيْهِ ۚ لِمَنِ اتَّقَىٰ ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّكُمْ إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ
Û hûn di rone hijmarî da Yezdan bi perestî bîra xwe bînin (Ellahu ekber bejin) îdî (ji bona wanê ku xudaparisî dikin) heke ewan perestîne xwene (Mina) ê di durûyan da pêk bînin ya jî di durûyan da pêk neynin para dikebin, tu gunehkarî tune ye. Û hûn parisîya Yezdan bikin, hûn bizanin bi rastî hûnê hemûşk jî li bal Yezdan da bicivin

Choose other languages: