Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #193 Translated in Kurdish

يَسْأَلُونَكَ عَنِ الْأَهِلَّةِ ۖ قُلْ هِيَ مَوَاقِيتُ لِلنَّاسِ وَالْحَجِّ ۗ وَلَيْسَ الْبِرُّ بِأَنْ تَأْتُوا الْبُيُوتَ مِنْ ظُهُورِهَا وَلَٰكِنَّ الْبِرَّ مَنِ اتَّقَىٰ ۗ وَأْتُوا الْبُيُوتَ مِنْ أَبْوَابِهَا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
(Muhemmed!) Ewan ji te hîvan di pirsin. (Tu ji bona wan ra) bêje: “Ewan hîvan ku nû dibin, ji bona meriv û hec kirinê, danin (meriv danê xwe û danê hecê bi wan hîvan dizanin). Û ji qencîyan nîne, ku hûn di pişta xanîyan da herne xanîyan û lê xudaparisîya kesan ji qencî-yan e û hûn di derê xanîyan da herne xanîyan û hûn Yezdan parisî bikin, bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin
وَقَاتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ الَّذِينَ يُقَاتِلُونَكُمْ وَلَا تَعْتَدُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَدِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) Bi wanê ku bi we re qirînê dikin, di rêya Yezdan da bi wan ra qirînê bikin û hûn bi cewrkarî pêş va neçin. Bi rastî Yezdan ji wanê, ku bi cewrkarî pêş va di çin hez nake
وَاقْتُلُوهُمْ حَيْثُ ثَقِفْتُمُوهُمْ وَأَخْرِجُوهُمْ مِنْ حَيْثُ أَخْرَجُوكُمْ ۚ وَالْفِتْنَةُ أَشَدُّ مِنَ الْقَتْلِ ۚ وَلَا تُقَاتِلُوهُمْ عِنْدَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ حَتَّىٰ يُقَاتِلُوكُمْ فِيهِ ۖ فَإِنْ قَاتَلُوكُمْ فَاقْتُلُوهُمْ ۗ كَذَٰلِكَ جَزَاءُ الْكَافِرِينَ
Û hûn (gelî misilmanan!) li kêderê, bi çi awayî rastê wan (qirînkerne, ku bi we ra qirîn dikin) hatin, bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan (qirînkarne, qureyşîyan) ji wî cîyê (Mekke) ku ewan hûn ji wura derxistibûn, derxin; bi rastî tevdanî ji kuştinê zortir e. Û hûn (geli misilmanan!) li bal mizgevta (bi nav) Mescid el-Heram da, bi wan (filan ra) qirînê nekin, heya ku ewan di wura da bi we ra qirînê nekin. Îdî heke ewan di wura da bi we ra qirîn bikin, hûn jî di wura da bi wan ra qirîn bikin. Celata filan ahan e
فَإِنِ انْتَهَوْا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin, hûn ewan bibaxişînin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّىٰ لَا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ لِلَّهِ ۖ فَإِنِ انْتَهَوْا فَلَا عُدْوَانَ إِلَّا عَلَى الظَّالِمِينَ
Û hûn (gelî misilmanan!) heya tu tevdanî nemîne û heya ol jî ji bona Yezdan ra bi tenê bimîne, bi wan (filan ra) qirînê bikin. Îdî heke ewan ji qirînê poşman bibin hûn ewan bibaxişînin. Neyartî hey ji bona wanê cewrkar e

Choose other languages: