Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #105 Translated in Kurdish

وَلَمَّا جَاءَهُمْ رَسُولٌ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ مُصَدِّقٌ لِمَا مَعَهُمْ نَبَذَ فَرِيقٌ مِنَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ كِتَابَ اللَّهِ وَرَاءَ ظُهُورِهِمْ كَأَنَّهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
Û çi qa pêxemberekî ji alyê Yezdan, li bal wan da hatibe, ewa pirtûka, ku li bal wan heye jî rastdêran dibe, dîsa destekî ji wan komalê xweyê pirtûk, pirtûka Yezdan avêtine pişta guhê xwe, te digo qey ewan bi wê pirtûkê nizanbûne
وَاتَّبَعُوا مَا تَتْلُو الشَّيَاطِينُ عَلَىٰ مُلْكِ سُلَيْمَانَ ۖ وَمَا كَفَرَ سُلَيْمَانُ وَلَٰكِنَّ الشَّيَاطِينَ كَفَرُوا يُعَلِّمُونَ النَّاسَ السِّحْرَ وَمَا أُنْزِلَ عَلَى الْمَلَكَيْنِ بِبَابِلَ هَارُوتَ وَمَارُوتَ ۚ وَمَا يُعَلِّمَانِ مِنْ أَحَدٍ حَتَّىٰ يَقُولَا إِنَّمَا نَحْنُ فِتْنَةٌ فَلَا تَكْفُرْ ۖ فَيَتَعَلَّمُونَ مِنْهُمَا مَا يُفَرِّقُونَ بِهِ بَيْنَ الْمَرْءِ وَزَوْجِهِ ۚ وَمَا هُمْ بِضَارِّينَ بِهِ مِنْ أَحَدٍ إِلَّا بِإِذْنِ اللَّهِ ۚ وَيَتَعَلَّمُونَ مَا يَضُرُّهُمْ وَلَا يَنْفَعُهُمْ ۚ وَلَقَدْ عَلِمُوا لَمَنِ اشْتَرَاهُ مَا لَهُ فِي الْآخِرَةِ مِنْ خَلَاقٍ ۚ وَلَبِئْسَ مَا شَرَوْا بِهِ أَنْفُسَهُمْ ۚ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Ewan (cihûyan) bûne peyrewê wan tiştne ku pelîdan dixwendin, ji bona ku maldarî û seroktîya Sûleyman ji destê w derxin. Sûleyman ne bibû file, lê ewan pelîdan bibûne file. Çima ewan meriv hînê ançê dikirin û ewan meriv hînê wan tiştne, ku li ser wan herduk serokne (welatê) Babîlê hatibûye hinartinê jî dikirin. Ewan herduk serokne (bi nav) Harût (Xwerût) Marût (Mêrat) gava yek hînê wan tiştne, ku li ser wan da hatîye hinartinê, bi kirnan, ji wan ra digotin: “Îdî tu bi wan tiştne me hînê te kirîye nebe file, loma bi rastî em hey ceribandokin.” Îdî meriv ji wan (herdu serokan) ewan tişne, ku mêr û jin, bi zanîna wan tiştan ji hev ra tiqetîyan, hîn bûne. Lê heya destûra Yezdan ne bûya (ewan serokan) zîayana tu kesî bi wan kirine xwe ne dikirin. Ewan merivan ji wan (serokan) ewan tişne, ku zîyana merivan dikirin, hîn dibûne, hînê wan tiştne bi kerhatî, ne dibûne. Û bi sond! Ewan dizanin, ku kê ewa zanîna kiribe, di danê para da ji bona wî ra tu par tune ye. Û heke ewan bizanîyan, ka eva firotina hanê, ku ewan xwe pê firotine, çi qa sike, ewan eva firotin, ne dikirin
وَلَوْ أَنَّهُمْ آمَنُوا وَاتَّقَوْا لَمَثُوبَةٌ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ خَيْرٌ ۖ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Û heke ewan bawer kiribûnan û Xuda parisî bikirnan, bi rastî xelata li bal Yezdan ji bona wan ra qenctir dibû. Xwezîka bizanîyan
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقُولُوا رَاعِنَا وَقُولُوا انْظُرْنَا وَاسْمَعُوا ۗ وَلِلْكَافِرِينَ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Gelî bawergeran! Hûn (wekî cihûyan, ça ji Mûsa ra digotin: “Gohdarya me bike.”) Ji bona (Muhemmed ra) ne bêjin: “Tu guhdarya me bike.” Û hûn bêjin: “Tu li me mêze bike û hûn guhdarî bikin.” Ji bona filan ra şapatek e dilsoz heye
مَا يَوَدُّ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ وَلَا الْمُشْرِكِينَ أَنْ يُنَزَّلَ عَلَيْكُمْ مِنْ خَيْرٍ مِنْ رَبِّكُمْ ۗ وَاللَّهُ يَخْتَصُّ بِرَحْمَتِهِ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ ذُو الْفَضْلِ الْعَظِيمِ
Ewan filene xweyê pirtûk û ewanê hevrî perest hez nakin, ku ji Xudayê we, ji bona we ra qencîyek bê hinartinê. Û Yezdan bi xweber jî evîne xwe ji dilovanîya xwe ra xwurî dike. Û Yezdan bi rastî xweyê rûmeta mezin e

Choose other languages: