Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #107 Translated in Kurdish

وَلَوْ أَنَّهُمْ آمَنُوا وَاتَّقَوْا لَمَثُوبَةٌ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ خَيْرٌ ۖ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Û heke ewan bawer kiribûnan û Xuda parisî bikirnan, bi rastî xelata li bal Yezdan ji bona wan ra qenctir dibû. Xwezîka bizanîyan
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقُولُوا رَاعِنَا وَقُولُوا انْظُرْنَا وَاسْمَعُوا ۗ وَلِلْكَافِرِينَ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Gelî bawergeran! Hûn (wekî cihûyan, ça ji Mûsa ra digotin: “Gohdarya me bike.”) Ji bona (Muhemmed ra) ne bêjin: “Tu guhdarya me bike.” Û hûn bêjin: “Tu li me mêze bike û hûn guhdarî bikin.” Ji bona filan ra şapatek e dilsoz heye
مَا يَوَدُّ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ وَلَا الْمُشْرِكِينَ أَنْ يُنَزَّلَ عَلَيْكُمْ مِنْ خَيْرٍ مِنْ رَبِّكُمْ ۗ وَاللَّهُ يَخْتَصُّ بِرَحْمَتِهِ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ ذُو الْفَضْلِ الْعَظِيمِ
Ewan filene xweyê pirtûk û ewanê hevrî perest hez nakin, ku ji Xudayê we, ji bona we ra qencîyek bê hinartinê. Û Yezdan bi xweber jî evîne xwe ji dilovanîya xwe ra xwurî dike. Û Yezdan bi rastî xweyê rûmeta mezin e
مَا نَنْسَخْ مِنْ آيَةٍ أَوْ نُنْسِهَا نَأْتِ بِخَيْرٍ مِنْهَا أَوْ مِثْلِهَا ۗ أَلَمْ تَعْلَمْ أَنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Heya me hê genctir û ya jî wekî wê, beratan neynin, em tu beratan û biryaran ji şûna wan ranakin. Qey tu nizanî ku Yezdan bi rastî li ser hemû tiştan bi hêz e
أَلَمْ تَعْلَمْ أَنَّ اللَّهَ لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Ma qey tu nizanî, ku maldarya ezman û zemîn hey jı bona Yezdan ra ne? Û ji bona we ra ji pêştirê Yezdan tu serkar û arîkar tune ye

Choose other languages: