Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #32 Translated in Kurdish

وَلُوطًا إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ إِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الْفَاحِشَةَ مَا سَبَقَكُمْ بِهَا مِنْ أَحَدٍ مِنَ الْعَالَمِينَ
Me Lût jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî di gavekî da (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Gelî min! hûn tiûtê sikê wusa dikin, ku di cîhanê da kesekî berya we da qe ewa tişta ne kirîye.”
أَئِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الرِّجَالَ وَتَقْطَعُونَ السَّبِيلَ وَتَأْتُونَ فِي نَادِيكُمُ الْمُنْكَرَ ۖ فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِهِ إِلَّا أَنْ قَالُوا ائْتِنَا بِعَذَابِ اللَّهِ إِنْ كُنْتَ مِنَ الصَّادِقِينَ
“Hûn ça (ji jinan dihêlin) hûn rêya dibirin tûşê mêran dibin. Hûn di civatê xwe da tiûtên pir sik dibêjin!” Komalê (Lût) ji bona wî ra hey (aha) bersiv dane û gotine: “Heke bi rastî tu rast î, ka ji me ra şapata Yezdan bîne.”
قَالَ رَبِّ انْصُرْنِي عَلَى الْقَوْمِ الْمُفْسِدِينَ
(Lût aha lava kirîye) gotîye: “Xudayê min! tu arîkarîya min li ser komalê tevdanok bike.”
وَلَمَّا جَاءَتْ رُسُلُنَا إِبْرَاهِيمَ بِالْبُشْرَىٰ قَالُوا إِنَّا مُهْلِكُو أَهْلِ هَٰذِهِ الْقَرْيَةِ ۖ إِنَّ أَهْلَهَا كَانُوا ظَالِمِينَ
Gava saîyên me li bal Îbrahîm da hatine (ji bona wî ra aha) gotine: "Bi rastî emê rûniştîyên vî weletê teşqele bikin. Loma bi rastî rûniştîyên wî cewrkar bûne
قَالَ إِنَّ فِيهَا لُوطًا ۚ قَالُوا نَحْنُ أَعْلَمُ بِمَنْ فِيهَا ۖ لَنُنَجِّيَنَّهُ وَأَهْلَهُ إِلَّا امْرَأَتَهُ كَانَتْ مِنَ الْغَابِرِينَ
(Îbrahîm bisyara wan aha daye û) gotîye: "Bi rastî di nava gundîyan da Lût (bi xweber jî heye, hûnê ça ewan teşqele bikin?" Saîyan bersiva Îbrahîm dane û) gotine: “Kê di wura da heye, em bi wan çêtir dizanin. Emê (Lût) û malîyên wî, hemîşkan ji teşqelê fereste bikin; ji pêştirê jina wî. Loma bi rastî jina wî bi xweber jî di nava wanê bûne toz da maye

Choose other languages: