Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #71 Translated in Kurdish

مَا كَانَ لِنَبِيٍّ أَنْ يَكُونَ لَهُ أَسْرَىٰ حَتَّىٰ يُثْخِنَ فِي الْأَرْضِ ۚ تُرِيدُونَ عَرَضَ الدُّنْيَا وَاللَّهُ يُرِيدُ الْآخِرَةَ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Heya neyar di zemîn da rind sernegûn nebin, qe ji bona tu pêxember (û hevalê wî ra) durist nîne, ku (ewan neyaran bigrin) zebûn bibin (di hemberê wan da mal bistînin ewan azad bikin). Hûn (geli bawergeran! Malê wan talan û tajan dikin dest ji qirînê berdidin) jîna cîhan û xişrê wê divên. Yezdan bi xweber jî (ji bona wa ra jîna) paş da divê. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye
لَوْلَا كِتَابٌ مِنَ اللَّهِ سَبَقَ لَمَسَّكُمْ فِيمَا أَخَذْتُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Heke hêj berê da ji Yezdan (ji bona we ra peymana bi servehatina we) ne borî bûya, we bi sedema van (mal hildan û zebûn girtina we) şapateke mezin bi we bigirta
فَكُلُوا مِمَّا غَنِمْتُمْ حَلَالًا طَيِّبًا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî (gelî bawergeran!) hûn ji wan (malên) ku we (ji neyarên xwe) şorî kirine, bi duristî û bi tîtalî bixun û hûn yezdanparisî bikin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ قُلْ لِمَنْ فِي أَيْدِيكُمْ مِنَ الْأَسْرَىٰ إِنْ يَعْلَمِ اللَّهُ فِي قُلُوبِكُمْ خَيْرًا يُؤْتِكُمْ خَيْرًا مِمَّا أُخِذَ مِنْكُمْ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Pêxember! Tu ji bona wanê ku di destê we da zebûn in (aha) bêje: "Heke Yezdan bizane ku di dilê we da qencî heye, we ji wan (gerewên) ku ji we tê sitandinê; çêtirên wan bide we u we ji bona we ra gonehên we bibaxişîne." Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e
وَإِنْ يُرِيدُوا خِيَانَتَكَ فَقَدْ خَانُوا اللَّهَ مِنْ قَبْلُ فَأَمْكَنَ مِنْهُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Heke ewan (zebûnan) qelptîya bi te ra bivên (bira ewan bizanin!) ku ewan hêj di berê da qelptî bi Yezdan ra kiribûne, îdî ewî ji bona ku tu bi wan bikarî) çare daya te, ku tu ewan (biherçiqinî). Bi rastî Yezdan bi xweber jî pirzan e bijejke ye

Choose other languages: