Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #72 Translated in Kurdish

لَوْلَا كِتَابٌ مِنَ اللَّهِ سَبَقَ لَمَسَّكُمْ فِيمَا أَخَذْتُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Heke hêj berê da ji Yezdan (ji bona we ra peymana bi servehatina we) ne borî bûya, we bi sedema van (mal hildan û zebûn girtina we) şapateke mezin bi we bigirta
فَكُلُوا مِمَّا غَنِمْتُمْ حَلَالًا طَيِّبًا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî (gelî bawergeran!) hûn ji wan (malên) ku we (ji neyarên xwe) şorî kirine, bi duristî û bi tîtalî bixun û hûn yezdanparisî bikin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ قُلْ لِمَنْ فِي أَيْدِيكُمْ مِنَ الْأَسْرَىٰ إِنْ يَعْلَمِ اللَّهُ فِي قُلُوبِكُمْ خَيْرًا يُؤْتِكُمْ خَيْرًا مِمَّا أُخِذَ مِنْكُمْ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Pêxember! Tu ji bona wanê ku di destê we da zebûn in (aha) bêje: "Heke Yezdan bizane ku di dilê we da qencî heye, we ji wan (gerewên) ku ji we tê sitandinê; çêtirên wan bide we u we ji bona we ra gonehên we bibaxişîne." Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e
وَإِنْ يُرِيدُوا خِيَانَتَكَ فَقَدْ خَانُوا اللَّهَ مِنْ قَبْلُ فَأَمْكَنَ مِنْهُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Heke ewan (zebûnan) qelptîya bi te ra bivên (bira ewan bizanin!) ku ewan hêj di berê da qelptî bi Yezdan ra kiribûne, îdî ewî ji bona ku tu bi wan bikarî) çare daya te, ku tu ewan (biherçiqinî). Bi rastî Yezdan bi xweber jî pirzan e bijejke ye
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَهَاجَرُوا وَجَاهَدُوا بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَالَّذِينَ آوَوْا وَنَصَرُوا أُولَٰئِكَ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ وَالَّذِينَ آمَنُوا وَلَمْ يُهَاجِرُوا مَا لَكُمْ مِنْ وَلَايَتِهِمْ مِنْ شَيْءٍ حَتَّىٰ يُهَاجِرُوا ۚ وَإِنِ اسْتَنْصَرُوكُمْ فِي الدِّينِ فَعَلَيْكُمُ النَّصْرُ إِلَّا عَلَىٰ قَوْمٍ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُمْ مِيثَاقٌ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Bi rastî ewanê ku bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welat xwe) koç kirine û bi mal û canê xwe di rêya Yezdan da tekoşîn kirine û ewan ê, ku ewan (koçer û tekoşîngeran) di mala xwe da di êwirînin û arîkarîya wan dikin, hene! Evanan; hinekê wan sarkarê hinekê wan in (ewan miratxurên hev in). Lê ewanê ku bawer kirine (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welatê xwe) koç ne kirine, hene! Ewanan heya (ji welatê xwe) koç nekin, qe tu serkarîya we ji bona wan ra bi tu tiştî çê nabe (hûn ji bona hev ra jî nabine mîratxur). Lê heke (ewanê ku ji welatê xwe ji bona qayîlbûna Yezdan koç ne kirine) ji we, di mafê olê da arîkarî xwastin; îdî (di wê gavê da) arîkarîya wan, li ser we bi vê nevê ye, ji pêştirê heke ewan arîkarî di hemberê wî komalê, ku di nava we û wan da peymana (aştîyê) hebe (hûn nikarin arîkarîya wan bawergeran bikin). Şixwa Yezdan bi xweber jî tişta hûn dikin dibîne

Choose other languages: