Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #46 Translated in Kurdish

إِذْ أَنْتُمْ بِالْعُدْوَةِ الدُّنْيَا وَهُمْ بِالْعُدْوَةِ الْقُصْوَىٰ وَالرَّكْبُ أَسْفَلَ مِنْكُمْ ۚ وَلَوْ تَوَاعَدْتُمْ لَاخْتَلَفْتُمْ فِي الْمِيعَادِ ۙ وَلَٰكِنْ لِيَقْضِيَ اللَّهُ أَمْرًا كَانَ مَفْعُولًا لِيَهْلِكَ مَنْ هَلَكَ عَنْ بَيِّنَةٍ وَيَحْيَىٰ مَنْ حَيَّ عَنْ بَيِّنَةٍ ۗ وَإِنَّ اللَّهَ لَسَمِيعٌ عَلِيمٌ
Di wê gava hûn di rûbarê newalê (nezîkê Medînê da) bûn, ewan (neyaran jî) di rûbarê newalê alîyê dûrê (Medinê da) bûn û karwanê wan jî di jêra wê da (li derê deryayê di terazina avê da hewya bûne).Ya jî (di wê gava, ku we ji bona jîna cêhanî, kelepûr divan: ku hûn li talanê wan xin, ewan jî ji bona armancên dûr, divan, ku Muhemmed bikujin paşya we bînin û sîyarîyên wan jî di alîyê deryayê da li jêra we da diterezina avê da hewya bûn; dîdeyanîya we bi hêsanî dikirin.) Heke we (gelî bawergeran!) peymana danê radewanî (ji bona qirîna Bedrê bida wan neyarên xwe) weyê di wî danî da tekoşînî bi hev ra bikirinan, hûnê para biketinan. Lê ji bo ku Yezdan ewa bûyera (ji bona teşqela wan) pek hatîye bîne cî, ewanê têne teşqelekirinê, li ber çavî bêne teşqelekirinê û ewanê tîne jînê jî li ber çavî bijîn, ewa bûyera pêk anî. Bi rastî Yezdan bi xweber jî bihîstekê pir zana ye
إِذْ يُرِيكَهُمُ اللَّهُ فِي مَنَامِكَ قَلِيلًا ۖ وَلَوْ أَرَاكَهُمْ كَثِيرًا لَفَشِلْتُمْ وَلَتَنَازَعْتُمْ فِي الْأَمْرِ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ سَلَّمَ ۗ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Di wê gavê de Yezdan ewan (neyaran) di xewna te da bi hindika î dane nişanê te. Û heke (Yezdan) ewan (neyaran) bi piratî bidana nîşanê te hûnê bêzar bibûnan, weyê bi hev ra (ji bona bûyerê) tetoşîn bikirinan, hûnê ji hev biçûnan. Lê Yezdan hûn (ji vê bûyera hanê) ferestandin. Bi rastî Yezdan bi tişta di singan da heye dizane
وَإِذْ يُرِيكُمُوهُمْ إِذِ الْتَقَيْتُمْ فِي أَعْيُنِكُمْ قَلِيلًا وَيُقَلِّلُكُمْ فِي أَعْيُنِهِمْ لِيَقْضِيَ اللَّهُ أَمْرًا كَانَ مَفْعُولًا ۗ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ
Di wê gava (ku hûn rastê hev hatin) ji bo ku Yezdan ewa bûyera (ji bona teşqeledana wan) pêk hatîye, bîne cî; ewan (neyaran) di çavê we da hindik dida xûyandin û hûn jî di çavê wan da hindik dikirin, şixwa hemûşk bûyer jî li bal Yezdan da dizivirin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا لَقِيتُمْ فِئَةً فَاثْبُتُوا وَاذْكُرُوا اللَّهَ كَثِيرًا لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn rastî koma (neyaran) hatin, îdî hûn di hemberê wan da ji bona qirînê) bi cî hew bikin, ji bona ku hûn bi servahatî fereste bibin, hûn Yezdan pir bîra xwe bînin
وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَنَازَعُوا فَتَفْشَلُوا وَتَذْهَبَ رِيحُكُمْ ۖ وَاصْبِرُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî hûn (bi hev ra) tekoşînê nekin. (Heke hûn bi hev ra xir bikin) wê, îdî hûnê ji hev bêzar bibin û wê bêna (vê bêzarbûna we) here (neyarên) we û hûn (li hemberê wan neyaran) xwe da hew bikin. Bi rastî Yezdan bi hewgeran ra ne

Choose other languages: