Surah Al-Anfal Ayahs #47 Translated in Kurdish
إِذْ يُرِيكَهُمُ اللَّهُ فِي مَنَامِكَ قَلِيلًا ۖ وَلَوْ أَرَاكَهُمْ كَثِيرًا لَفَشِلْتُمْ وَلَتَنَازَعْتُمْ فِي الْأَمْرِ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ سَلَّمَ ۗ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Di wê gavê de Yezdan ewan (neyaran) di xewna te da bi hindika î dane nişanê te. Û heke (Yezdan) ewan (neyaran) bi piratî bidana nîşanê te hûnê bêzar bibûnan, weyê bi hev ra (ji bona bûyerê) tetoşîn bikirinan, hûnê ji hev biçûnan. Lê Yezdan hûn (ji vê bûyera hanê) ferestandin. Bi rastî Yezdan bi tişta di singan da heye dizane
وَإِذْ يُرِيكُمُوهُمْ إِذِ الْتَقَيْتُمْ فِي أَعْيُنِكُمْ قَلِيلًا وَيُقَلِّلُكُمْ فِي أَعْيُنِهِمْ لِيَقْضِيَ اللَّهُ أَمْرًا كَانَ مَفْعُولًا ۗ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ
Di wê gava (ku hûn rastê hev hatin) ji bo ku Yezdan ewa bûyera (ji bona teşqeledana wan) pêk hatîye, bîne cî; ewan (neyaran) di çavê we da hindik dida xûyandin û hûn jî di çavê wan da hindik dikirin, şixwa hemûşk bûyer jî li bal Yezdan da dizivirin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا لَقِيتُمْ فِئَةً فَاثْبُتُوا وَاذْكُرُوا اللَّهَ كَثِيرًا لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn rastî koma (neyaran) hatin, îdî hûn di hemberê wan da ji bona qirînê) bi cî hew bikin, ji bona ku hûn bi servahatî fereste bibin, hûn Yezdan pir bîra xwe bînin
وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَنَازَعُوا فَتَفْشَلُوا وَتَذْهَبَ رِيحُكُمْ ۖ وَاصْبِرُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî hûn (bi hev ra) tekoşînê nekin. (Heke hûn bi hev ra xir bikin) wê, îdî hûnê ji hev bêzar bibin û wê bêna (vê bêzarbûna we) here (neyarên) we û hûn (li hemberê wan neyaran) xwe da hew bikin. Bi rastî Yezdan bi hewgeran ra ne
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ خَرَجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ بَطَرًا وَرِئَاءَ النَّاسِ وَيَصُدُّونَ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ ۚ وَاللَّهُ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطٌ
Û (gelî bawergeran!) hûn jî wekî (wan alotîyên filan, ku ji bona qirînê) bi pesnan û ji bona ku nav û dengê wan li pey wan da bê gotinê ji welatê xwe derketine, nebin. Ewan (filan hene!) ewan rêya Yezdan li ber merivan dibirin; ewan durûtî dikin. Û tişta ku ewan dikin Yezdan hildaye binê zanîna xwe
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
