Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #50 Translated in Kurdish

وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَنَازَعُوا فَتَفْشَلُوا وَتَذْهَبَ رِيحُكُمْ ۖ وَاصْبِرُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî hûn (bi hev ra) tekoşînê nekin. (Heke hûn bi hev ra xir bikin) wê, îdî hûnê ji hev bêzar bibin û wê bêna (vê bêzarbûna we) here (neyarên) we û hûn (li hemberê wan neyaran) xwe da hew bikin. Bi rastî Yezdan bi hewgeran ra ne
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ خَرَجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ بَطَرًا وَرِئَاءَ النَّاسِ وَيَصُدُّونَ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ ۚ وَاللَّهُ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطٌ
Û (gelî bawergeran!) hûn jî wekî (wan alotîyên filan, ku ji bona qirînê) bi pesnan û ji bona ku nav û dengê wan li pey wan da bê gotinê ji welatê xwe derketine, nebin. Ewan (filan hene!) ewan rêya Yezdan li ber merivan dibirin; ewan durûtî dikin. Û tişta ku ewan dikin Yezdan hildaye binê zanîna xwe
وَإِذْ زَيَّنَ لَهُمُ الشَّيْطَانُ أَعْمَالَهُمْ وَقَالَ لَا غَالِبَ لَكُمُ الْيَوْمَ مِنَ النَّاسِ وَإِنِّي جَارٌ لَكُمْ ۖ فَلَمَّا تَرَاءَتِ الْفِئَتَانِ نَكَصَ عَلَىٰ عَقِبَيْهِ وَقَالَ إِنِّي بَرِيءٌ مِنْكُمْ إِنِّي أَرَىٰ مَا لَا تَرَوْنَ إِنِّي أَخَافُ اللَّهَ ۚ وَاللَّهُ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Û di wê gavê da pelîd kirinên wan ji bona wan ra xemilandî bûye û pelîd ji bona wan ra (aha) gotîye: "Di îro da servahatina tu kesî bi ser we da çê nabe û bi rastî ez bi xweber jî ji bona we ra heval im." Îdî gava ku her du deste (ji bona qirînê hatin) ji hev ra xûya bûn (pelîd) di para da li ser her du gûzekê xwe teisî (ji wan revîya) û ji wan ra jî (aha) gotîye: "Bi rastî qe tu gur û gumana min bi we tune ye: Loma tişta ku hûn nabînin, ez dibînim, bi rasti ez ji Yezdan ditirsim. Bi rastî Yezdan bi xweber jî zor şapat e
إِذْ يَقُولُ الْمُنَافِقُونَ وَالَّذِينَ فِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ غَرَّ هَٰؤُلَاءِ دِينُهُمْ ۗ وَمَنْ يَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ فَإِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Di wê gavê da (ewanê) durû û ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (dexesî û filetîyê) heye (aha) digotin: "Ola van, evan ji avarû derxistine." (Gotina wan nîne, lê) kîjan xwe hispêre Yezdanê servahatê bijejk e, îdî ewa serfiraz e
وَلَوْ تَرَىٰ إِذْ يَتَوَفَّى الَّذِينَ كَفَرُوا ۙ الْمَلَائِكَةُ يَضْرِبُونَ وُجُوهَهُمْ وَأَدْبَارَهُمْ وَذُوقُوا عَذَابَ الْحَرِيقِ
Xwezîya di gava can sitandina wan da; ku firişte li ber û pişta wan (filan) dixin, ji wan ra (aha) dibêjin: "Û hûn (gelî filan!) ka îdî şapata şewatê çeşne (tam) bikin", te temtêla wan bidîta, ka çabû

Choose other languages: