Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #23 Translated in Kurdish

إِنْ تَسْتَفْتِحُوا فَقَدْ جَاءَكُمُ الْفَتْحُ ۖ وَإِنْ تَنْتَهُوا فَهُوَ خَيْرٌ لَكُمْ ۖ وَإِنْ تَعُودُوا نَعُدْ وَلَنْ تُغْنِيَ عَنْكُمْ فِئَتُكُمْ شَيْئًا وَلَوْ كَثُرَتْ وَأَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُؤْمِنِينَ
(Gelî filan!) Heke hûn servahatinê dixwazin, îdî ji bona we ra servahatin, hat, (bi servahatina bawergeran, hûn sernegûn bûn). Û heke hûn ji neyartîya (Pêxember û hevalê wî) xwe bidine para da, şixwa eva paradana hanê ji bona we ra çêtir e. (Na!) Heke dîsa para da bizivirin (ji bona qirîn û neyartîya Pêxember û hevalê wî) şixwa emê jî (ji bona arîkarkirina Pêxember û hevalê wî) para bizivirin (hûnê dîsa sernegûn bibin). Û koma we çiqa ji pir dibe bira bibe, dîsa ewa koma we, we ji şapata (sernegûnî ye) nade para da. Û Yezdan bi xweber jî bi rastî bi bawergeran ra ne
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَوَلَّوْا عَنْهُ وَأَنْتُمْ تَسْمَعُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî bikin û hûn (fermanên Yezdan) dibêhin (bi zanîn) pişta xwe nedine (wan fermanan)
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ قَالُوا سَمِعْنَا وَهُمْ لَا يَسْمَعُونَ
Û hûn jî wekî wan komalên ku (aha) gotine: "Me bihîst", nebin. Lê qe ewan ne bihîstibûne (çima qe ewan wekî fermanên Yezdan xebat ne dikiribûne)
إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِنْدَ اللَّهِ الصُّمُّ الْبُكْمُ الَّذِينَ لَا يَعْقِلُونَ
Bi rastî 1i bal Yezdan beterê reweran; ewan rewerên, ku ker in û lal in qe ji tu tiştî hiş hilnadin hene! (Evan reweran) bi xweber in
وَلَوْ عَلِمَ اللَّهُ فِيهِمْ خَيْرًا لَأَسْمَعَهُمْ ۖ وَلَوْ أَسْمَعَهُمْ لَتَوَلَّوْا وَهُمْ مُعْرِضُونَ
Û heke Yezdan zanîbûya ku di nava wan da qencîyek heye, wê Yezdanê (biryarên xwe) bi wan bida bihîstînê. Û heke Yezdan (biryarên xwe) bi wan bida bihîstinê jî. şixwa dîsa ewanê pişta xwe bidana wan (biryaran) para da biçûnan

Choose other languages: