Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #26 Translated in Kurdish

إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِنْدَ اللَّهِ الصُّمُّ الْبُكْمُ الَّذِينَ لَا يَعْقِلُونَ
Bi rastî 1i bal Yezdan beterê reweran; ewan rewerên, ku ker in û lal in qe ji tu tiştî hiş hilnadin hene! (Evan reweran) bi xweber in
وَلَوْ عَلِمَ اللَّهُ فِيهِمْ خَيْرًا لَأَسْمَعَهُمْ ۖ وَلَوْ أَسْمَعَهُمْ لَتَوَلَّوْا وَهُمْ مُعْرِضُونَ
Û heke Yezdan zanîbûya ku di nava wan da qencîyek heye, wê Yezdanê (biryarên xwe) bi wan bida bihîstînê. Û heke Yezdan (biryarên xwe) bi wan bida bihîstinê jî. şixwa dîsa ewanê pişta xwe bidana wan (biryaran) para da biçûnan
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اسْتَجِيبُوا لِلَّهِ وَلِلرَّسُولِ إِذَا دَعَاكُمْ لِمَا يُحْيِيكُمْ ۖ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَحُولُ بَيْنَ الْمَرْءِ وَقَلْبِهِ وَأَنَّهُ إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Gava Yezdan û Pêxember hûn li bal wan (biryarên) ku ewan ji bona we ra jîna (hebûnê) didin, gazî kirin; hûn ji bona wan ra bersiva (litê kirin) bidin. Û (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) Hûn bizanin, bi rastî Yezdan dikebe nava meriv û (mirazê) dilê wî da û (hûn bizanin) ku hûnê bi rastî li bal (Yezdan da) bêne kom kirinê
وَاتَّقُوا فِتْنَةً لَا تُصِيبَنَّ الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنْكُمْ خَاصَّةً ۖ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Û (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) Hûn ji wê aşîta, ku ewa xurî ji bona wanê ji we ne cewr kirine nîne, xwe biparisînin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e
وَاذْكُرُوا إِذْ أَنْتُمْ قَلِيلٌ مُسْتَضْعَفُونَ فِي الْأَرْضِ تَخَافُونَ أَنْ يَتَخَطَّفَكُمُ النَّاسُ فَآوَاكُمْ وَأَيَّدَكُمْ بِنَصْرِهِ وَرَزَقَكُمْ مِنَ الطَّيِّبَاتِ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û hûn ewê gava, ku hûn hindik bûn, hûn di zemîn da dihatine herçi qandinê, hûn ditirsîyan, ku (neyarên we) wê nişkê va bi ser we da bigirin, we bifetisînin, bîra xwe bînin: Di wê gavê da îdî ewî hûn (bi nivandin) êwirandin û ewî hûn bi arîkarkirina xwe bi hêz kirin û bi paqijê rojîyan hûn dane rojî kirinê, divê ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin

Choose other languages: