Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #25 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ يَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَيَقْتُلُونَ النَّبِيِّينَ بِغَيْرِ حَقٍّ وَيَقْتُلُونَ الَّذِينَ يَأْمُرُونَ بِالْقِسْطِ مِنَ النَّاسِ فَبَشِّرْهُمْ بِعَذَابٍ أَلِيمٍ
Bi rastî ewanê ku bi beratenê Yezdan dibine file û pîxemberên wî bê mafî dikujin û ewan merivên ji kesan, ku fermana kesan ji bona dadvanitîyê dikin jî dikujin, hene! Îdî (Muhemmed!) tu ewanan bi şapata dilsoz bide mizgîndanê
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Evan in, ku keda wanê di cihan û di dan û gavê para da kirine şewitîye û ji bona wan bi xweber jî tu arîkar tune ye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ أُوتُوا نَصِيبًا مِنَ الْكِتَابِ يُدْعَوْنَ إِلَىٰ كِتَابِ اللَّهِ لِيَحْكُمَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ يَتَوَلَّىٰ فَرِيقٌ مِنْهُمْ وَهُمْ مُعْرِضُونَ
(Muhemmed!) Qey tu li bal wan merivan, ku parek e ji zanina pirtûkê ji wan ra hatîye dayînê mêze nakî? Ewan ji bona ne wekhevbûna heyî da, li bal biryarên di pirtûka Yezdan da heyî, têne gazîkirinê ji bo ku di nava wan da bi dadvanî berewanî bêt kirinê, paşê destek e ji wan, rû ji biryarê pirtûkê difetilînin. Ewan bi xweber jî eva ji xwe ra kirine xûy
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ قَالُوا لَنْ تَمَسَّنَا النَّارُ إِلَّا أَيَّامًا مَعْدُودَاتٍ ۖ وَغَرَّهُمْ فِي دِينِهِمْ مَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
Eva (rû fetilandina wan) ji bo ku ewan gotibûne: “Bi rastî agir ji pêştirê çend rojên, hijmarî, bi me nagire.” Ewan bi van virên xwe, di “ol” a xwe da hatine xapandinê
فَكَيْفَ إِذَا جَمَعْنَاهُمْ لِيَوْمٍ لَا رَيْبَ فِيهِ وَوُفِّيَتْ كُلُّ نَفْسٍ مَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Îdî di gava, ku em ewan ji bona wê roja ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, bicivînin û ji bona her yekê ra jî, keda ku ewan kirîye tê dayînê, li wan bi xweber jî qe cewr nayê kirinê, gelo temtêla wanê, wê ça be

Choose other languages: