Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #178 Translated in Kurdish

فَانْقَلَبُوا بِنِعْمَةٍ مِنَ اللَّهِ وَفَضْلٍ لَمْ يَمْسَسْهُمْ سُوءٌ وَاتَّبَعُوا رِضْوَانَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ ذُو فَضْلٍ عَظِيمٍ
Îdî ewanê bawer kirine para da bi qencî û bi rûmeta ji Yezdan fetilîne qe tu sikatî jî bi wan da ne hatîye (ewanan hêj di kirîn û firotanan da kar kirine). Ewan bûne peyrewê qayîlbûna ji Yezdan. Şixwa Yezdan bi xweber jî xweyê rûmetek e mezin e
إِنَّمَا ذَٰلِكُمُ الشَّيْطَانُ يُخَوِّفُ أَوْلِيَاءَهُ فَلَا تَخَافُوهُمْ وَخَافُونِ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Bi rastî evan tirsdanê hanênan ji pelîd in. Pelîd we bi dostên xwe, dide tirsandinê. Îdî heke we bi rastî bawer kiribe hûn ji wan netirsin, hey ji min bitirsin
وَلَا يَحْزُنْكَ الَّذِينَ يُسَارِعُونَ فِي الْكُفْرِ ۚ إِنَّهُمْ لَنْ يَضُرُّوا اللَّهَ شَيْئًا ۗ يُرِيدُ اللَّهُ أَلَّا يَجْعَلَ لَهُمْ حَظًّا فِي الْآخِرَةِ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Û bira ewa berhevdana wan ji bona filetîyê (ka kîjan ji wan ji bona filetîyê zûtir xebatê dike) te nede mirûz kirinê. Bi rastî ewana qe bi tu tiştî zîyanê nadine Yezdan. Yezdan divê ku ji bona wan ra di dan û gavê para da tu paran nede û ji bona wan ra şapatek e mezin heye
إِنَّ الَّذِينَ اشْتَرَوُا الْكُفْرَ بِالْإِيمَانِ لَنْ يَضُرُّوا اللَّهَ شَيْئًا وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi rastî ewanê filetî, bi baweryê kirîne hene! Ewanên bi tu tiştî zîyana Yezdan nakin û ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا أَنَّمَا نُمْلِي لَهُمْ خَيْرٌ لِأَنْفُسِهِمْ ۚ إِنَّمَا نُمْلِي لَهُمْ لِيَزْدَادُوا إِثْمًا ۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُهِينٌ
Û bira ewanê bûne file goman nekin, ku me ji bona wan ra bên daye (şapatdana wan hinekî para daye) eva bêndana hanê ji bona wan ra qenc e. Em ji bona wan ra bên didin, ji bo ku ewan hêj gunehan pir bikin û ji bona wan ra şapatek e sernegûnî heye

Choose other languages: