Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #180 Translated in Kurdish

وَلَا يَحْزُنْكَ الَّذِينَ يُسَارِعُونَ فِي الْكُفْرِ ۚ إِنَّهُمْ لَنْ يَضُرُّوا اللَّهَ شَيْئًا ۗ يُرِيدُ اللَّهُ أَلَّا يَجْعَلَ لَهُمْ حَظًّا فِي الْآخِرَةِ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Û bira ewa berhevdana wan ji bona filetîyê (ka kîjan ji wan ji bona filetîyê zûtir xebatê dike) te nede mirûz kirinê. Bi rastî ewana qe bi tu tiştî zîyanê nadine Yezdan. Yezdan divê ku ji bona wan ra di dan û gavê para da tu paran nede û ji bona wan ra şapatek e mezin heye
إِنَّ الَّذِينَ اشْتَرَوُا الْكُفْرَ بِالْإِيمَانِ لَنْ يَضُرُّوا اللَّهَ شَيْئًا وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi rastî ewanê filetî, bi baweryê kirîne hene! Ewanên bi tu tiştî zîyana Yezdan nakin û ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا أَنَّمَا نُمْلِي لَهُمْ خَيْرٌ لِأَنْفُسِهِمْ ۚ إِنَّمَا نُمْلِي لَهُمْ لِيَزْدَادُوا إِثْمًا ۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُهِينٌ
Û bira ewanê bûne file goman nekin, ku me ji bona wan ra bên daye (şapatdana wan hinekî para daye) eva bêndana hanê ji bona wan ra qenc e. Em ji bona wan ra bên didin, ji bo ku ewan hêj gunehan pir bikin û ji bona wan ra şapatek e sernegûnî heye
مَا كَانَ اللَّهُ لِيَذَرَ الْمُؤْمِنِينَ عَلَىٰ مَا أَنْتُمْ عَلَيْهِ حَتَّىٰ يَمِيزَ الْخَبِيثَ مِنَ الطَّيِّبِ ۗ وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيُطْلِعَكُمْ عَلَى الْغَيْبِ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يَجْتَبِي مِنْ رُسُلِهِ مَنْ يَشَاءُ ۖ فَآمِنُوا بِاللَّهِ وَرُسُلِهِ ۚ وَإِنْ تُؤْمِنُوا وَتَتَّقُوا فَلَكُمْ أَجْرٌ عَظِيمٌ
(Muhemmed!) Yezdan bawergeran li ser vê temtêla hûn têda nin, nahêle. Ji bona ku qencan ji xiraban parzin bike (Yezdan sedemên wusa diafirîne qe haja we pê tune ye).Û Yezdan we hemûşkan agahdarî li ser wan tiştên ne berçavî, nake. Lê Yezdan ji pêxemberên xwe ji bona kîjanî ra bivê ewî agahdarê li ser wan tiştên ne berçavî, dike. Îdîm hûn bi Yezdan û bi pêxemberên wî bawer bikin. Û hûn heke bawer bikin û xwe parisandina (ji gunehan bikin) îdî ji bona we ra karek e mezin heye
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذِينَ يَبْخَلُونَ بِمَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ هُوَ خَيْرًا لَهُمْ ۖ بَلْ هُوَ شَرٌّ لَهُمْ ۖ سَيُطَوَّقُونَ مَا بَخِلُوا بِهِ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ وَلِلَّهِ مِيرَاثُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Û bira ewanê di wan tiştên, ku Yezdan ji rûmeta xwe ji bona wan ra daye timatîye dikin, goman nekin ku eva malê (mîratê) ji bona wan ra qencî ye, lê ewa mala ji bona wan ra xirabî ye. Di roya rabûna hemû da ewanê bi wê tişta, ku ewan bi wî dexesî dikirin wê bêne xelêfkirinê. Û şixwe mîrata ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî bi tişta ku hûn dikin agahdar e

Choose other languages: