Surah Aal-E-Imran Ayahs #165 Translated in Kurdish
وَمَا كَانَ لِنَبِيٍّ أَنْ يَغُلَّ ۚ وَمَنْ يَغْلُلْ يَأْتِ بِمَا غَلَّ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۚ ثُمَّ تُوَفَّىٰ كُلُّ نَفْسٍ مَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Babetê tu pêxemberî nîne, ku bi dexelî (malê şorê veşêre û di ewletîya xwe da dexelî bike) û kîjan dexelîyan bike (malê şorê veşêre) di roya rabûna hemûtî da ewa meriva bi dexelîya xwe va tê civînê. Paşê ji bona hemûşkan ra jî keda ewan kiriye bê cevrkirin ji wan ra tê dayînê
أَفَمَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَ اللَّهِ كَمَنْ بَاءَ بِسَخَطٍ مِنَ اللَّهِ وَمَأْوَاهُ جَهَنَّمُ ۚ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Qe ewanê dibine peyrewê qayilbûna Yezdan wekî wanê, ku rastê xeşma Yezdan hatine, dibin? Şûna evê ku rastê xeşma Yezdan hatîye, doj e. Doj çi qa şûnek e sike
هُمْ دَرَجَاتٌ عِنْدَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِمَا يَعْمَلُونَ
(Na, ewan wekî hev nabin) ewanan li bal Yezdan parpar in. Şixwa Yezdan bi xwaber jî tişta ewan dikin, dibîne
لَقَدْ مَنَّ اللَّهُ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ إِذْ بَعَثَ فِيهِمْ رَسُولًا مِنْ أَنْفُسِهِمْ يَتْلُو عَلَيْهِمْ آيَاتِهِ وَيُزَكِّيهِمْ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَإِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلُ لَفِي ضَلَالٍ مُبِينٍ
Bi sond! Ji ber ku Yezdan di (nava bawergeran da) ji wan pêxemberek şandiye ewa (pêxembera jî ji bona wan bawergeran) beratên Yezdan dixune û, ewan ji gunehan paqij dike û ewan hînê xwendina pirtuk û zanîna retkokî dike, bi wan bawergeran qencî kiriye. Û lê ewan (bawergeran) di berê da di rê wundabûnek e xûya da bûne
أَوَلَمَّا أَصَابَتْكُمْ مُصِيبَةٌ قَدْ أَصَبْتُمْ مِثْلَيْهَا قُلْتُمْ أَنَّىٰ هَٰذَا ۖ قُلْ هُوَ مِنْ عِنْدِ أَنْفُسِكُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Qey, di gava ku bi we da (di qirîna Uhûdê da heftê meriv ji we hatiye kuştinê) aşîtek hatiye, we bi xweber jî ducarî wê aşîta bi we da hatî, bi wan da aşît anîye (di qirîna Bedrê da we heftê mêrê wan kuştibû ê heftê jî zebûn kiribûn) hûn dibêjin: “(gava Xweda û Pêxember bi me ra nin) ka eva aşîta hanê ji kur da bi serê me da hat?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Ewa aşîta ji we, bi we da hatiye.” Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
