Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #111 Translated in Kurdish

وَأَمَّا الَّذِينَ ابْيَضَّتْ وُجُوهُهُمْ فَفِي رَحْمَةِ اللَّهِ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Û ewanê ku di wê royê da rûyê wan sipî bûye, îdî ewan di dilovanîya Yezdan da nin. Ewan di wê dilovanîyê da jî hey dimînin
تِلْكَ آيَاتُ اللَّهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّ ۗ وَمَا اللَّهُ يُرِيدُ ظُلْمًا لِلْعَالَمِينَ
(Muhemmed!) Evanan beratên Yezdan in, ku em ewanan bi rastî ji te ra dixûnin. Yezdan ji bona tu kesekî ra cewrê navê
وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ
Û çi tiştên di ezman û di zemîn da hene hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Hemû bûyer li bal Yezdan da difetilin
كُنْتُمْ خَيْرَ أُمَّةٍ أُخْرِجَتْ لِلنَّاسِ تَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَتَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَتُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ ۗ وَلَوْ آمَنَ أَهْلُ الْكِتَابِ لَكَانَ خَيْرًا لَهُمْ ۚ مِنْهُمُ الْمُؤْمِنُونَ وَأَكْثَرُهُمُ الْفَاسِقُونَ
Hûn (gelî misilman!) qençtirê koman in, ku ji bona merivan ra hatine derxistinê, hûn fermana (bikirina) qencîyan û (bi xwe parisandina) ji sikatîyan dikin û hûn bi Yezdan jî bawer dikin. Û heke xweyê pirtûkan bawer kiribûnan wê ji bona wan ra çêtir bûya. Ji xweyê pirtûkan hinekî bawer kirine hene, lê pirê wan ji rêya rast derketine
لَنْ يَضُرُّوكُمْ إِلَّا أَذًى ۖ وَإِنْ يُقَاتِلُوكُمْ يُوَلُّوكُمُ الْأَدْبَارَ ثُمَّ لَا يُنْصَرُونَ
Ewan ji pêştirê cefadanê tu zîyanê nadine we. Heke ewan bi we ra qirîn bikin jî dîsa pişta xwa didine we, para da direvin. Paşê ewan nayêne arîkarkirinê jî

Choose other languages: