Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #109 Translated in Kurdish

وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ تَفَرَّقُوا وَاخْتَلَفُوا مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَهُمُ الْبَيِّنَاتُ ۚ وَأُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Û hûn wekî wanê ku ji wan ra beratên hûzwartî hatibûye, paşê ewan ji hev belav bûne, di nava xwe da ne wekhevbûn çê kirine, nebin. Bi rastî ji bona wanê ku aha kirine şapatek e mezin heye
يَوْمَ تَبْيَضُّ وُجُوهٌ وَتَسْوَدُّ وُجُوهٌ ۚ فَأَمَّا الَّذِينَ اسْوَدَّتْ وُجُوهُهُمْ أَكَفَرْتُمْ بَعْدَ إِيمَانِكُمْ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنْتُمْ تَكْفُرُونَ
Di wê roya ku hinek rû, sipî dibin û hinek rû jî reş dibin; ji bona wanê rûreş ra (aha) tê gotine: “Erê hûn bûn! Piştî baweryê bûne file?” De îjar îdî bi sedema filetîya xwe şapatê tam bikin
وَأَمَّا الَّذِينَ ابْيَضَّتْ وُجُوهُهُمْ فَفِي رَحْمَةِ اللَّهِ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Û ewanê ku di wê royê da rûyê wan sipî bûye, îdî ewan di dilovanîya Yezdan da nin. Ewan di wê dilovanîyê da jî hey dimînin
تِلْكَ آيَاتُ اللَّهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّ ۗ وَمَا اللَّهُ يُرِيدُ ظُلْمًا لِلْعَالَمِينَ
(Muhemmed!) Evanan beratên Yezdan in, ku em ewanan bi rastî ji te ra dixûnin. Yezdan ji bona tu kesekî ra cewrê navê
وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ
Û çi tiştên di ezman û di zemîn da hene hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Hemû bûyer li bal Yezdan da difetilin

Choose other languages: