Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #90 Translated in Kurdish

وَنَجِّنَا بِرَحْمَتِكَ مِنَ الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ
Û tu bi dilovanîya xwe, me ji komalê file fereste bike
وَأَوْحَيْنَا إِلَىٰ مُوسَىٰ وَأَخِيهِ أَنْ تَبَوَّآ لِقَوْمِكُمَا بِمِصْرَ بُيُوتًا وَاجْعَلُوا بُيُوتَكُمْ قِبْلَةً وَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ ۗ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ
Û me jî li bal Mûsa û birayê wî da (aha) niqandîye: "Hûn herduk (di Misrê da) ji bona komalê xwe ra hinek xanîyan amade bikin; Hûn ewan xanîyan ji bona xwe ra bixne mêjgevt û hûn (bi vî awayî) nimêja xwe (di wan xanîyan da) bikin. Û Mûsa tu mizgînîya bawergeran (bi serfirazîya wan) bide
وَقَالَ مُوسَىٰ رَبَّنَا إِنَّكَ آتَيْتَ فِرْعَوْنَ وَمَلَأَهُ زِينَةً وَأَمْوَالًا فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا رَبَّنَا لِيُضِلُّوا عَنْ سَبِيلِكَ ۖ رَبَّنَا اطْمِسْ عَلَىٰ أَمْوَالِهِمْ وَاشْدُدْ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ فَلَا يُؤْمِنُوا حَتَّىٰ يَرَوُا الْعَذَابَ الْأَلِيمَ
Û Mûsa (ji Xudayê xwe aha) dilxwezî xwestîye:" Xudayê me! Bi rastî te ji bona Fir’ewn û koma wî ra di jîna cîhanê da xişir û maldaryeke pir daye. Xudayê me! Qey evan (dayîne hanê, ku te daye wan) ji bona ku ewan ji rêya te derkebin û rêya te wunda bikin, te daye wan? Xudayê me! Tu malê wan raşihetîne û dêriz bike û tu dilê wan zor teng bike, îdî heya ewan şapata dilsoz nebînin, ewan bawer nakin
قَالَ قَدْ أُجِيبَتْ دَعْوَتُكُمَا فَاسْتَقِيمَا وَلَا تَتَّبِعَانِّ سَبِيلَ الَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ
Yezdan (bersiva herdukan aha daye û) gotîye: “Bi rastî dil xwezîya we herdukan hatîye litê kirinê; îdî hûn herduk bi rastî xwe dadvan bikin û hûn herduk nebine, pewrewê rêya wanê (ku tiştan) nizanin
وَجَاوَزْنَا بِبَنِي إِسْرَائِيلَ الْبَحْرَ فَأَتْبَعَهُمْ فِرْعَوْنُ وَجُنُودُهُ بَغْيًا وَعَدْوًا ۖ حَتَّىٰ إِذَا أَدْرَكَهُ الْغَرَقُ قَالَ آمَنْتُ أَنَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا الَّذِي آمَنَتْ بِهِ بَنُو إِسْرَائِيلَ وَأَنَا مِنَ الْمُسْلِمِينَ
Û me zarê cihûyan ji deryayê borandin. Îdî Fir’ewn û bi leşkerê xwe va dane pey şopa wan ji bo ku (ewan zarê cihûyan) bi neyartî bi cewrî bigirin (wusa çûn) heya danê fetisandinê; di wî danî da (Fir’ewn aha) gotîye: “Bi rastî min bi wî Xudayê ku zarên cihûyan bi wî bawer kirine, bawer kirîye, ku ji pêştirê wî tu yezdanê babetê perestîyî tune ye ûp ewanê (xwe hispartine Yezdan hene!) ez bi xweber jî ji wan im

Choose other languages: