Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #11 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ لَا يَرْجُونَ لِقَاءَنَا وَرَضُوا بِالْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَاطْمَأَنُّوا بِهَا وَالَّذِينَ هُمْ عَنْ آيَاتِنَا غَافِلُونَ
Bi rastî ewanê ku naxwazin bi bervahatin bigêhijne me, hene! Ewanan bi jîna cîhanê qayîl bûne û bi wê jînê jî qinyat anîne. Û ewan bi xweber jî ji beratên (hebûna me) bê goman in
أُولَٰئِكَ مَأْوَاهُمُ النَّارُ بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَ
Ji ber ewê keda ku ewan dikiribûne, şûna ewra wan agir e
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ يَهْدِيهِمْ رَبُّهُمْ بِإِيمَانِهِمْ ۖ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهِمُ الْأَنْهَارُ فِي جَنَّاتِ النَّعِيمِ
Bi rastî ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Bi sedema bawerîya wan wê Xudayê wan, ewan li bal wê bihişta xwarinan e, ku di binê (darê) wan da çem dikişin (behere)
دَعْوَاهُمْ فِيهَا سُبْحَانَكَ اللَّهُمَّ وَتَحِيَّتُهُمْ فِيهَا سَلَامٌ ۚ وَآخِرُ دَعْوَاهُمْ أَنِ الْحَمْدُ لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ
Dilxwezîya wan (di bihiştê da ahane):"Xuda! Em te ji kemayan dadiweşînin." (Ji hev ra di bihiştê da gava serhevdanê da aha) dibêjin: "Selam hûn bijîn" û paşîya dilxwazîya wan eva ye; bi rastî çiqa pesindayîn hene! Hemûşk ji bona Xudayê cîhanê ra ne
وَلَوْ يُعَجِّلُ اللَّهُ لِلنَّاسِ الشَّرَّ اسْتِعْجَالَهُمْ بِالْخَيْرِ لَقُضِيَ إِلَيْهِمْ أَجَلُهُمْ ۖ فَنَذَرُ الَّذِينَ لَا يَرْجُونَ لِقَاءَنَا فِي طُغْيَانِهِمْ يَعْمَهُونَ
Heke Yezdan ji bona kesan ra, ça meriv ji bona qencîyan lez dikin, wusa leza sikatîya wan bikira, wê a, di naha da canê wan hatibûya standinê. Lê emê ewanê ku goman nakin (bi berva hatin) wê bigihêjne me. Di raşihetina wan da bi korayî bihêlin

Choose other languages: