Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #59 Translated in Kurdish

أَلَا إِنَّ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ أَلَا إِنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
(Hûn) hişyar bin! Bi rastî çiqa tişt di ezman û di zemîn da hene, hemûşk ji bona Yezdan ra ne. (Hûn) hişyar bin! Bi rastî peymana Yezdan rast e û bi rastî pirên wan pê nizanin
هُوَ يُحْيِي وَيُمِيتُ وَإِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ewa (Yezdan aye) jîn û mirinê dike û hûnê bi rastî 1i bal wî da bêne zivirandinê
يَا أَيُّهَا النَّاسُ قَدْ جَاءَتْكُمْ مَوْعِظَةٌ مِنْ رَبِّكُمْ وَشِفَاءٌ لِمَا فِي الصُّدُورِ وَهُدًى وَرَحْمَةٌ لِلْمُؤْمِنِينَ
Gelî kesan! Bi rastî ji Xudayê we ji bona we ra şîretek (Qur’anek) ê wusa hatîye: Ewa ji bona (nexweşîyên) di singan da mefa (şifa) ye û ji bona bawergeran ra dilovanî û rêberîyek e
قُلْ بِفَضْلِ اللَّهِ وَبِرَحْمَتِهِ فَبِذَٰلِكَ فَلْيَفْرَحُوا هُوَ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Evan (jîn û mirin û xweşî û nexweşîyên me) bi rûmet û dilovîna Yezdan e.” Îdî bira ewan bi vê şa bin. Eva (qinyata) bi vî awayî, ji wan tiştên ku ewan dicivînin çêtir e
قُلْ أَرَأَيْتُمْ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ لَكُمْ مِنْ رِزْقٍ فَجَعَلْتُمْ مِنْهُ حَرَامًا وَحَلَالًا قُلْ آللَّهُ أَذِنَ لَكُمْ ۖ أَمْ عَلَى اللَّهِ تَفْتَرُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “M a qey hûn nabînin; Yezdan ji bona we ra çiqa rojî (rizq) hînartîye? Îdî we ewa rojîya, hinekî wî durist kirîye û hinekî wî jî ne durist kirîye: (ka we eva kirina ji ku anîbû)? (Mu- hemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Qey Yezdan ji bona we ra (eva) destûra (hanê) dabû? Ya jî hûn li ser (navê) Yezdan viran dikin?”

Choose other languages: