Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #58 Translated in Kurdish

وَلَوْ أَنَّ لِكُلِّ نَفْسٍ ظَلَمَتْ مَا فِي الْأَرْضِ لَافْتَدَتْ بِهِ ۗ وَأَسَرُّوا النَّدَامَةَ لَمَّا رَأَوُا الْعَذَابَ ۖ وَقُضِيَ بَيْنَهُمْ بِالْقِسْطِ ۚ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Ewan kesên ku cewr kirine hene! heke (di wê royê da) hemû heyîyên di zemîn da heyî ji bona yekê wan rabe, wê ewan heyan hemûşkan di gerewa xwe da bide ku bi xweber fereste be. Ewan gava ku şapatê dibînin, poşmanîya xwe vedişêrin. Û di nava wan bi xweber da jî berewanî bi dadvanî hahatîye pêk anînê. Li wan jî qe cewr ne hatîye kirinê
أَلَا إِنَّ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ أَلَا إِنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
(Hûn) hişyar bin! Bi rastî çiqa tişt di ezman û di zemîn da hene, hemûşk ji bona Yezdan ra ne. (Hûn) hişyar bin! Bi rastî peymana Yezdan rast e û bi rastî pirên wan pê nizanin
هُوَ يُحْيِي وَيُمِيتُ وَإِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ewa (Yezdan aye) jîn û mirinê dike û hûnê bi rastî 1i bal wî da bêne zivirandinê
يَا أَيُّهَا النَّاسُ قَدْ جَاءَتْكُمْ مَوْعِظَةٌ مِنْ رَبِّكُمْ وَشِفَاءٌ لِمَا فِي الصُّدُورِ وَهُدًى وَرَحْمَةٌ لِلْمُؤْمِنِينَ
Gelî kesan! Bi rastî ji Xudayê we ji bona we ra şîretek (Qur’anek) ê wusa hatîye: Ewa ji bona (nexweşîyên) di singan da mefa (şifa) ye û ji bona bawergeran ra dilovanî û rêberîyek e
قُلْ بِفَضْلِ اللَّهِ وَبِرَحْمَتِهِ فَبِذَٰلِكَ فَلْيَفْرَحُوا هُوَ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Evan (jîn û mirin û xweşî û nexweşîyên me) bi rûmet û dilovîna Yezdan e.” Îdî bira ewan bi vê şa bin. Eva (qinyata) bi vî awayî, ji wan tiştên ku ewan dicivînin çêtir e

Choose other languages: