Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #45 Translated in Kurdish

وَإِنْ كَذَّبُوكَ فَقُلْ لِي عَمَلِي وَلَكُمْ عَمَلُكُمْ ۖ أَنْتُمْ بَرِيئُونَ مِمَّا أَعْمَلُ وَأَنَا بَرِيءٌ مِمَّا تَعْمَلُونَ
Heke ewan (filan Muhemmed! te) bidine derewdêrandinê (tu ji wan ra aha) bêje: "Kirinê min ji bona min ra ne û kirine we jî ji bona we ra ne, hûn ji kirine min, bê gur in û ez bi xweber jî ji kirinê we bê gur û goman in
وَمِنْهُمْ مَنْ يَسْتَمِعُونَ إِلَيْكَ ۚ أَفَأَنْتَ تُسْمِعُ الصُّمَّ وَلَوْ كَانُوا لَا يَعْقِلُونَ
(Muhemmed!) ji wan hinek hene, ku li bal te da gohdarî dikin, îdî heke ewan bi ponijî hişdarî nekin, qey tu bi keran dikari bidî bîhistinê
وَمِنْهُمْ مَنْ يَنْظُرُ إِلَيْكَ ۚ أَفَأَنْتَ تَهْدِي الْعُمْيَ وَلَوْ كَانُوا لَا يُبْصِرُونَ
Û ji wan hinek hene (bi bawerî) li bal te da mêze dikin, îdî heke ewan nebînin, qey tu dikarî bi koran bidî dîtinê
إِنَّ اللَّهَ لَا يَظْلِمُ النَّاسَ شَيْئًا وَلَٰكِنَّ النَّاسَ أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Bi rastî Yezdan bi tu tiştî li merivan cewrê nake, lê meriv bi xweber li xwe cewrê dikin
وَيَوْمَ يَحْشُرُهُمْ كَأَنْ لَمْ يَلْبَثُوا إِلَّا سَاعَةً مِنَ النَّهَارِ يَتَعَارَفُونَ بَيْنَهُمْ ۚ قَدْ خَسِرَ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِلِقَاءِ اللَّهِ وَمَا كَانُوا مُهْتَدِينَ
Di roya ku (Yezdan) ewan dicivîne; tu dibê qey ewan kat hijmareki bi tenê di nava royê da mane wusa hev nas dikin (ya jî tu dibê qey danekî ji royê bal hev bûne wusa di nêzîk da hev nas dikin). Bi sond! Ewanê bawer nakin; ku we herne bal Yezdan (hêjmara kirinê xwe bidin) hene! Ewan zîyan kirine û ewanan nehatibûne rêya rast da jî

Choose other languages: