Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #27 Translated in Kurdish

فَلَمَّا أَنْجَاهُمْ إِذَا هُمْ يَبْغُونَ فِي الْأَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ ۗ يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّمَا بَغْيُكُمْ عَلَىٰ أَنْفُسِكُمْ ۖ مَتَاعَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ ثُمَّ إِلَيْنَا مَرْجِعُكُمْ فَنُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Îdî gava ku me ewan (ji wê teşqelê) fereste kirin, ewan (dîsa) bê mafî di zemîn da cewr dikiribûne. Gelî merivan! Bi rastî cewra we hey ji bona we ra ne. (Eva jîna hanê) jîna cîhanê ye (qe tu bahayê wê tune ye) û hûnê paşê li bal me da bizivirin, îdî emê jî ewa tişta ku we (di cîhanê da) dikiribûne ji bona we ra bêjin
إِنَّمَا مَثَلُ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا كَمَاءٍ أَنْزَلْنَاهُ مِنَ السَّمَاءِ فَاخْتَلَطَ بِهِ نَبَاتُ الْأَرْضِ مِمَّا يَأْكُلُ النَّاسُ وَالْأَنْعَامُ حَتَّىٰ إِذَا أَخَذَتِ الْأَرْضُ زُخْرُفَهَا وَازَّيَّنَتْ وَظَنَّ أَهْلُهَا أَنَّهُمْ قَادِرُونَ عَلَيْهَا أَتَاهَا أَمْرُنَا لَيْلًا أَوْ نَهَارًا فَجَعَلْنَاهَا حَصِيدًا كَأَنْ لَمْ تَغْنَ بِالْأَمْسِ ۚ كَذَٰلِكَ نُفَصِّلُ الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ
Bi rastî jîna cîhanê jî hecwekî avek e, ku me ewa ji ezmana hinartîye, îdî bi wê avê, ewa hêşênaîyên zemînê ku meriv û tariş ji wan dixun, bi tevê hev hêşîn dibin (wusa hêşînayê çê dibe) zemîn bi wan hêşnayîyan xemla xwe digire û zemîn tê xemilandinê (di wê gavê da îdî) kesên zemîn goman kirine, ku dikarin (xurinên xwe ji wan heşînayan) hildin. (Di wê gavê da) fermana me di şev û royan da (bi teşqeledana) wan hêşînayan hatîye, îdî me ewan hêşînayan bi rehê wan va durût, te digo qey zemîn (hêj berya naha da bi wan hêşînayan nehatibû) xemilandinê (qe tu tişt li ser zemîn nemaye). Em beratan ji bona komalê ramankar ra vedikin
وَاللَّهُ يَدْعُو إِلَىٰ دَارِ السَّلَامِ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ
Yezdan gazî bal xanîyî (û jîna ewletîyê) dike. Û evînê xwe tîne rêya rast
لِلَّذِينَ أَحْسَنُوا الْحُسْنَىٰ وَزِيَادَةٌ ۖ وَلَا يَرْهَقُ وُجُوهَهُمْ قَتَرٌ وَلَا ذِلَّةٌ ۚ أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَنَّةِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Ji bona wanê qencîyan dikin, qencîyên hêj çêtir û pirtir hene. Û bi rûyê wan, rûreşî û riswabûn nagire. Evanê bi van salixan têne salixandinê hevrîyên bihiştê ne. Ewanan di bihiştê da jî hey dimînin
وَالَّذِينَ كَسَبُوا السَّيِّئَاتِ جَزَاءُ سَيِّئَةٍ بِمِثْلِهَا وَتَرْهَقُهُمْ ذِلَّةٌ ۖ مَا لَهُمْ مِنَ اللَّهِ مِنْ عَاصِمٍ ۖ كَأَنَّمَا أُغْشِيَتْ وُجُوهُهُمْ قِطَعًا مِنَ اللَّيْلِ مُظْلِمًا ۚ أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Û ewanê ku keda sikatîyan kirine hene; celata sikatîyan, wekî wan (sikatîyên) û rûreşî û riswabûn li rûyê wan digire. Ji bona wan ra, ku ewan ji (şapata) Yezdan bide parisandinê tu parisvan tune ye. (Gava tu li wan mêze dikî tu dibê) qey rûyê wan kerekî ji şeva reş e. Ewanê bi van salixan têne salixdanê hevrîyên agir in, Ewanan di agir da jî hey dimînin

Choose other languages: