Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #104 Translated in Kurdish

وَمَا كَانَ لِنَفْسٍ أَنْ تُؤْمِنَ إِلَّا بِإِذْنِ اللَّهِ ۚ وَيَجْعَلُ الرِّجْسَ عَلَى الَّذِينَ لَا يَعْقِلُونَ
Ji pêştirê wan kesên, ku Yezdan destûra bawerkirina wan daye, qe tu kes nikare ji ber xwe va bawer bike û (Yezdan) li wan kesên, ku hişê xwe naxebitînin riswabûn û şapatan dike
قُلِ انْظُرُوا مَاذَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ وَمَا تُغْنِي الْآيَاتُ وَالنُّذُرُ عَنْ قَوْمٍ لَا يُؤْمِنُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ka hûn (gelî filan!) li ezman û zemîn mêze bikin, di wan da çi heye?" (Lê çawa be!) berate û tirsdan ji bona wî komalê bawer nakin, qe bi tu awayî kêr nayê
فَهَلْ يَنْتَظِرُونَ إِلَّا مِثْلَ أَيَّامِ الَّذِينَ خَلَوْا مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ قُلْ فَانْتَظِرُوا إِنِّي مَعَكُمْ مِنَ الْمُنْتَظِرِينَ
Ewan qey hêvîya wan royên, ku di berya wan da (ewan komalên bawer ne kirine, di wan royan da hatibûne şapatkirinê) dikin, qey wusa ne? (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Îdî hûn (gelî filan!) hêvîya wan (royan) bikin, ez bi xweber jî bi we ra hêvîdarya wan (royan) dikim
ثُمَّ نُنَجِّي رُسُلَنَا وَالَّذِينَ آمَنُوا ۚ كَذَٰلِكَ حَقًّا عَلَيْنَا نُنْجِ الْمُؤْمِنِينَ
Paşê (gava ji wan bê baweran ra şapat hatîye) me pêxemberê xwe û ewan merivên bawer kirine (ji wan şapatan) fereste kir. Bi vî awayî maf e li ser me, ku em bawergeran fereste bikin
قُلْ يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنْ كُنْتُمْ فِي شَكٍّ مِنْ دِينِي فَلَا أَعْبُدُ الَّذِينَ تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ وَلَٰكِنْ أَعْبُدُ اللَّهَ الَّذِي يَتَوَفَّاكُمْ ۖ وَأُمِرْتُ أَنْ أَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ
(Muhemmed! tu aha) bêje: "Gelî kesan! Heke hûn di ola (dîn) min da du dil dibin: hûn bizanin! Îdî bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin, ez ji wan ra perestî nakim û lê hûn (bizanin!) ez hey perestîya wî Yezdanê, ku bi canstandin we dimrîne, dikim. Û ez bi xweber jî hatime fermankirinê, ku ez bibme ji bawergeran

Choose other languages: