Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #106 Translated in Kurdish

فَهَلْ يَنْتَظِرُونَ إِلَّا مِثْلَ أَيَّامِ الَّذِينَ خَلَوْا مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ قُلْ فَانْتَظِرُوا إِنِّي مَعَكُمْ مِنَ الْمُنْتَظِرِينَ
Ewan qey hêvîya wan royên, ku di berya wan da (ewan komalên bawer ne kirine, di wan royan da hatibûne şapatkirinê) dikin, qey wusa ne? (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: "Îdî hûn (gelî filan!) hêvîya wan (royan) bikin, ez bi xweber jî bi we ra hêvîdarya wan (royan) dikim
ثُمَّ نُنَجِّي رُسُلَنَا وَالَّذِينَ آمَنُوا ۚ كَذَٰلِكَ حَقًّا عَلَيْنَا نُنْجِ الْمُؤْمِنِينَ
Paşê (gava ji wan bê baweran ra şapat hatîye) me pêxemberê xwe û ewan merivên bawer kirine (ji wan şapatan) fereste kir. Bi vî awayî maf e li ser me, ku em bawergeran fereste bikin
قُلْ يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنْ كُنْتُمْ فِي شَكٍّ مِنْ دِينِي فَلَا أَعْبُدُ الَّذِينَ تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ وَلَٰكِنْ أَعْبُدُ اللَّهَ الَّذِي يَتَوَفَّاكُمْ ۖ وَأُمِرْتُ أَنْ أَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ
(Muhemmed! tu aha) bêje: "Gelî kesan! Heke hûn di ola (dîn) min da du dil dibin: hûn bizanin! Îdî bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin, ez ji wan ra perestî nakim û lê hûn (bizanin!) ez hey perestîya wî Yezdanê, ku bi canstandin we dimrîne, dikim. Û ez bi xweber jî hatime fermankirinê, ku ez bibme ji bawergeran
وَأَنْ أَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ حَنِيفًا وَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الْمُشْرِكِينَ
Û (ez hatime fermankirinê) ku ez berê xwe bidime ola rast e bi tenê û ez nebime ji wanê hevrîçêker
وَلَا تَدْعُ مِنْ دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَنْفَعُكَ وَلَا يَضُرُّكَ ۖ فَإِنْ فَعَلْتَ فَإِنَّكَ إِذًا مِنَ الظَّالِمِينَ
Û (ez bi vî awayî jî hatime fermankirin, Muhemmed! tu) ji pêştirê wî Yezdanê (ku babet e ji bona perestîyê ra) perestîya wan tiştên ku qe tu kar û zîyana te nakin, neke. Îdî (ji pêştirê van şîretan) heke tu (perestîya wan dîsa bikî) îdî (bizane!) tu di vê gavê da dibî ji wanê cewrkar

Choose other languages: