Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #80 Translated in Kurdish

يَا إِبْرَاهِيمُ أَعْرِضْ عَنْ هَٰذَا ۖ إِنَّهُ قَدْ جَاءَ أَمْرُ رَبِّكَ ۖ وَإِنَّهُمْ آتِيهِمْ عَذَابٌ غَيْرُ مَرْدُودٍ
(Saîyan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Îbrahîm! Tu dest ji vê tekoşînê berde. Bi sond! Fermana Xudayê te (bi şapatdana) wan hatîye û bi rastî ewa şapata, ku para dayîna wê qe çê nabe, wê ji wan ra were
وَلَمَّا جَاءَتْ رُسُلُنَا لُوطًا سِيءَ بِهِمْ وَضَاقَ بِهِمْ ذَرْعًا وَقَالَ هَٰذَا يَوْمٌ عَصِيبٌ
Û di gava (firiştên) meyên saî hatine bal Lût, Lût (bi hatina wan) bi kovanî mat maye û (tirsîya ye) ku komalê wî (ewan saîyan jî) bihetikînin. (Lût bi xweber ji xwe ra aha) gotîye: "Eva royeke dijwar e
وَجَاءَهُ قَوْمُهُ يُهْرَعُونَ إِلَيْهِ وَمِنْ قَبْلُ كَانُوا يَعْمَلُونَ السَّيِّئَاتِ ۚ قَالَ يَا قَوْمِ هَٰؤُلَاءِ بَنَاتِي هُنَّ أَطْهَرُ لَكُمْ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ وَلَا تُخْزُونِ فِي ضَيْفِي ۖ أَلَيْسَ مِنْكُمْ رَجُلٌ رَشِيدٌ
(Û di gava komalê Lût, hatina wan firiştên saî bihîstine) bi lêz hatine bal (Lût) hêj di berê da ewan (komalê Lût) tiştên sikatî dikiribûne. (Lût ji bona wan ra aha) got: "Gelê min! Îdî hûn ji Yezdan bitirsin, ji bona hetka mêvanê min, min li bal wan riswa nekin (rûmeta min bigirin) evan keçên minê hanênan (bi jinanî) ji bona we ra (ji van mevanan) paqijtirin. Di nava we da qe mêrekî xwezane tune ye
قَالُوا لَقَدْ عَلِمْتَ مَا لَنَا فِي بَنَاتِكَ مِنْ حَقٍّ وَإِنَّكَ لَتَعْلَمُ مَا نُرِيدُ
(Komalê Lût di bersiva wî da aha) gotine: "Bi sond! Tu dizan, ku ji bona me ra di keçên te da tu mafê (hewasî) tune ye. Û bi sond! Tu dizanî ka em çi dixwazin jî.”
قَالَ لَوْ أَنَّ لِي بِكُمْ قُوَّةً أَوْ آوِي إِلَىٰ رُكْنٍ شَدِيدٍ
(Lût ji wan ra aha) gotîye: "Xwezîka ji bona min ra hêzeke (parisvan) hebûya! Ya jî (komalekî di dizeke zor parisvan ji bona min ra) hebûya (weyê bidîta!).”

Choose other languages: