Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #82 Translated in Kurdish

وَجَاءَهُ قَوْمُهُ يُهْرَعُونَ إِلَيْهِ وَمِنْ قَبْلُ كَانُوا يَعْمَلُونَ السَّيِّئَاتِ ۚ قَالَ يَا قَوْمِ هَٰؤُلَاءِ بَنَاتِي هُنَّ أَطْهَرُ لَكُمْ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ وَلَا تُخْزُونِ فِي ضَيْفِي ۖ أَلَيْسَ مِنْكُمْ رَجُلٌ رَشِيدٌ
(Û di gava komalê Lût, hatina wan firiştên saî bihîstine) bi lêz hatine bal (Lût) hêj di berê da ewan (komalê Lût) tiştên sikatî dikiribûne. (Lût ji bona wan ra aha) got: "Gelê min! Îdî hûn ji Yezdan bitirsin, ji bona hetka mêvanê min, min li bal wan riswa nekin (rûmeta min bigirin) evan keçên minê hanênan (bi jinanî) ji bona we ra (ji van mevanan) paqijtirin. Di nava we da qe mêrekî xwezane tune ye
قَالُوا لَقَدْ عَلِمْتَ مَا لَنَا فِي بَنَاتِكَ مِنْ حَقٍّ وَإِنَّكَ لَتَعْلَمُ مَا نُرِيدُ
(Komalê Lût di bersiva wî da aha) gotine: "Bi sond! Tu dizan, ku ji bona me ra di keçên te da tu mafê (hewasî) tune ye. Û bi sond! Tu dizanî ka em çi dixwazin jî.”
قَالَ لَوْ أَنَّ لِي بِكُمْ قُوَّةً أَوْ آوِي إِلَىٰ رُكْنٍ شَدِيدٍ
(Lût ji wan ra aha) gotîye: "Xwezîka ji bona min ra hêzeke (parisvan) hebûya! Ya jî (komalekî di dizeke zor parisvan ji bona min ra) hebûya (weyê bidîta!).”
قَالُوا يَا لُوطُ إِنَّا رُسُلُ رَبِّكَ لَنْ يَصِلُوا إِلَيْكَ ۖ فَأَسْرِ بِأَهْلِكَ بِقِطْعٍ مِنَ اللَّيْلِ وَلَا يَلْتَفِتْ مِنْكُمْ أَحَدٌ إِلَّا امْرَأَتَكَ ۖ إِنَّهُ مُصِيبُهَا مَا أَصَابَهُمْ ۚ إِنَّ مَوْعِدَهُمُ الصُّبْحُ ۚ أَلَيْسَ الصُّبْحُ بِقَرِيبٍ
(Ewan firiştên saî aha) gotine: "Lût! (qe tu netirse) Bi rastî em saîyên Xudayê te ne, bi sond! (deste wan) Nagihêje te, îdî tu bi malîyên xwe va di danekî şevê da (ji gundê xwe) derkebin ji pêştirê jina te. Bira tu kes para da nemîne (li para xwe mêze nekin). Bi rastî şapata bi wan da hatî, wê (bi jina te da jî) were. Danê (hatina şapatê) sibeh e; qey sibeh nêzîk nîne
فَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا جَعَلْنَا عَالِيَهَا سَافِلَهَا وَأَمْطَرْنَا عَلَيْهَا حِجَارَةً مِنْ سِجِّيلٍ مَنْضُودٍ
Îdî gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, me ewan bi serobinî (zêr û zeber) kirin û me li ser wan da kevirên ji herya bi hev zeliqî barand (ya jî me li ser wan da rewarên ji herya kevirên bi hev girtî barandîye, ewan hemûşk bi wan rewaran nexweş ketin mirin)

Choose other languages: