Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #87 Translated in Kurdish

فَإِنْ رَجَعَكَ اللَّهُ إِلَىٰ طَائِفَةٍ مِنْهُمْ فَاسْتَأْذَنُوكَ لِلْخُرُوجِ فَقُلْ لَنْ تَخْرُجُوا مَعِيَ أَبَدًا وَلَنْ تُقَاتِلُوا مَعِيَ عَدُوًّا ۖ إِنَّكُمْ رَضِيتُمْ بِالْقُعُودِ أَوَّلَ مَرَّةٍ فَاقْعُدُوا مَعَ الْخَالِفِينَ
Îdî heke Yezdan (Muhemmed! Tu ji qirîna Tebûkê) para da zivirandî, li bal destekî ji wanê (ku bi te ra ne hatibûne qirînê) û ewa desta jî (ji bona ku bi we ra derkebine qirînê) ji te destûr xwestin, tu ji wan ra (aha) bêje: "Qe di tucarî da hûn bi min ra dernakebine qirînê û hûn bi min re qe bi tu neyarî ra qirînê nakin." Bi rastî hûn şixwa di cara yekem da bi rûniştinê qayîl bibûn, îdî hûn jî bi wanê para da mane, bi wanê dijê me ra rûnên
وَلَا تُصَلِّ عَلَىٰ أَحَدٍ مِنْهُمْ مَاتَ أَبَدًا وَلَا تَقُمْ عَلَىٰ قَبْرِهِ ۖ إِنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَمَاتُوا وَهُمْ فَاسِقُونَ
Û (Muhemmed!) tu li ser tu kesekî ji wan, gava bimire nimêj neke û tu (di gava çalkirinê da), neçe ser gora wî jî. Bi rastî ewan filetîya Yezdan û Pêxemberê Wî kirine û ewan ji rêya rast bi derketî mirin e
وَلَا تُعْجِبْكَ أَمْوَالُهُمْ وَأَوْلَادُهُمْ ۚ إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ أَنْ يُعَذِّبَهُمْ بِهَا فِي الدُّنْيَا وَتَزْهَقَ أَنْفُسُهُمْ وَهُمْ كَافِرُونَ
Û (Muhemmed! bira piranîya) mal û zarên wan te sodret neke. Hey Yezdan divê ku ewan di cîhanê da bi wan (mel û zaran) bide şapatkirinê û (gava) canê wan derkebe jî, ewan şixwa file bin
وَإِذَا أُنْزِلَتْ سُورَةٌ أَنْ آمِنُوا بِاللَّهِ وَجَاهِدُوا مَعَ رَسُولِهِ اسْتَأْذَنَكَ أُولُو الطَّوْلِ مِنْهُمْ وَقَالُوا ذَرْنَا نَكُنْ مَعَ الْقَاعِدِينَ
(Evan hene!) Di gava, ku ferkerek hatibe hinartinê, di wê ferkerê da jî eva fermana hebe: "Hûn bi Yezdan bawer bikin û hûn bi Pêxemberê Wî ra herin tekoşîn bikin." Ji wan ewanê zengîn hene! (Ewan aha ji te ra) dibêjin: "Ka tu destûra me bide û dest ji me berde, ku em jî bi wanê ne çûne qirînê (di mala xwe da mane) rûnên
رَضُوا بِأَنْ يَكُونُوا مَعَ الْخَوَالِفِ وَطُبِعَ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ فَهُمْ لَا يَفْقَهُونَ
Ewan qayîl bûne, ku ewan (di mala xwe da bi jin û zaran va) bimînin. (Ya jî ewan qayîl bûne, ku ewan bi wanê dijê we ra bimînin) û li ser dilê wan bi xweber jî durufa (durûtîyê) hatîye danînê. îdî şixwa ewan ji hev dernaxin

Choose other languages: