Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #89 Translated in Kurdish

وَلَا تُعْجِبْكَ أَمْوَالُهُمْ وَأَوْلَادُهُمْ ۚ إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ أَنْ يُعَذِّبَهُمْ بِهَا فِي الدُّنْيَا وَتَزْهَقَ أَنْفُسُهُمْ وَهُمْ كَافِرُونَ
Û (Muhemmed! bira piranîya) mal û zarên wan te sodret neke. Hey Yezdan divê ku ewan di cîhanê da bi wan (mel û zaran) bide şapatkirinê û (gava) canê wan derkebe jî, ewan şixwa file bin
وَإِذَا أُنْزِلَتْ سُورَةٌ أَنْ آمِنُوا بِاللَّهِ وَجَاهِدُوا مَعَ رَسُولِهِ اسْتَأْذَنَكَ أُولُو الطَّوْلِ مِنْهُمْ وَقَالُوا ذَرْنَا نَكُنْ مَعَ الْقَاعِدِينَ
(Evan hene!) Di gava, ku ferkerek hatibe hinartinê, di wê ferkerê da jî eva fermana hebe: "Hûn bi Yezdan bawer bikin û hûn bi Pêxemberê Wî ra herin tekoşîn bikin." Ji wan ewanê zengîn hene! (Ewan aha ji te ra) dibêjin: "Ka tu destûra me bide û dest ji me berde, ku em jî bi wanê ne çûne qirînê (di mala xwe da mane) rûnên
رَضُوا بِأَنْ يَكُونُوا مَعَ الْخَوَالِفِ وَطُبِعَ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ فَهُمْ لَا يَفْقَهُونَ
Ewan qayîl bûne, ku ewan (di mala xwe da bi jin û zaran va) bimînin. (Ya jî ewan qayîl bûne, ku ewan bi wanê dijê we ra bimînin) û li ser dilê wan bi xweber jî durufa (durûtîyê) hatîye danînê. îdî şixwa ewan ji hev dernaxin
لَٰكِنِ الرَّسُولُ وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ جَاهَدُوا بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ ۚ وَأُولَٰئِكَ لَهُمُ الْخَيْرَاتُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Lê pêxember bi tevê ewanê ku bi pêxembera bawer kirine hene! Ewanan bi mal û bi canê xwe va (di rêya Yezdan da bi wan neyeran ra) tekoşîn kirine. Îdî ji bona van ra qencî hene. Û evan bi xweber in, ku fereste bûne
أَعَدَّ اللَّهُ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ ذَٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Yezdan ji bona van ra ewan bihiştên ku di binê wan da çem dikişin amade kirîye, ewanan (di wan bihiştan da) di hemû gavan da dimînin. Serfirazîya mezin, a, eva ye

Choose other languages: