Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #91 Translated in Kurdish

رَضُوا بِأَنْ يَكُونُوا مَعَ الْخَوَالِفِ وَطُبِعَ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ فَهُمْ لَا يَفْقَهُونَ
Ewan qayîl bûne, ku ewan (di mala xwe da bi jin û zaran va) bimînin. (Ya jî ewan qayîl bûne, ku ewan bi wanê dijê we ra bimînin) û li ser dilê wan bi xweber jî durufa (durûtîyê) hatîye danînê. îdî şixwa ewan ji hev dernaxin
لَٰكِنِ الرَّسُولُ وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ جَاهَدُوا بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ ۚ وَأُولَٰئِكَ لَهُمُ الْخَيْرَاتُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Lê pêxember bi tevê ewanê ku bi pêxembera bawer kirine hene! Ewanan bi mal û bi canê xwe va (di rêya Yezdan da bi wan neyeran ra) tekoşîn kirine. Îdî ji bona van ra qencî hene. Û evan bi xweber in, ku fereste bûne
أَعَدَّ اللَّهُ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ ذَٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Yezdan ji bona van ra ewan bihiştên ku di binê wan da çem dikişin amade kirîye, ewanan (di wan bihiştan da) di hemû gavan da dimînin. Serfirazîya mezin, a, eva ye
وَجَاءَ الْمُعَذِّرُونَ مِنَ الْأَعْرَابِ لِيُؤْذَنَ لَهُمْ وَقَعَدَ الَّذِينَ كَذَبُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ سَيُصِيبُ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Û ji koçerên ereban (ewa desta ku ne çûbûne qirîna Tebûkê) ji bona ku ji wan ra destûr bê danê (ewan jî di mala xwe da wekî wanê para da mane, rûnên) hinek sedem ji bona xwe ra (hûnandine) hatine (ji bo ku tu ewan bibaxişinî). Lê ewanê ku Yezdan û Pêxemberê Wî dabûne derewdêrandinê hene! Ewan rûniştibûne, qe (ji bona baxişandina xwe) ne hatibûne, ewanê file ne ji wan hene! Wê di nêzîk da şapateke dilsoz bi wan da were
لَيْسَ عَلَى الضُّعَفَاءِ وَلَا عَلَى الْمَرْضَىٰ وَلَا عَلَى الَّذِينَ لَا يَجِدُونَ مَا يُنْفِقُونَ حَرَجٌ إِذَا نَصَحُوا لِلَّهِ وَرَسُولِهِ ۚ مَا عَلَى الْمُحْسِنِينَ مِنْ سَبِيلٍ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Li ser bêwec û nexweşan û li ser xezanên rastî tu malî nayên ku ji (bona qirîna bi wanê file ra di rêya Yezdan da bisixurînin), heke ewan ji bona Yezdan û Pêxemberê Wî şîreta (qencîyan) bikin tu goneh tune ye (ku ewan neçine qirînê). Şixwa li ser qenckaran qe tu rênedana wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e

Choose other languages: