Surah At-Tawba Ayahs #94 Translated in Kurdish
وَجَاءَ الْمُعَذِّرُونَ مِنَ الْأَعْرَابِ لِيُؤْذَنَ لَهُمْ وَقَعَدَ الَّذِينَ كَذَبُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ سَيُصِيبُ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Û ji koçerên ereban (ewa desta ku ne çûbûne qirîna Tebûkê) ji bona ku ji wan ra destûr bê danê (ewan jî di mala xwe da wekî wanê para da mane, rûnên) hinek sedem ji bona xwe ra (hûnandine) hatine (ji bo ku tu ewan bibaxişinî). Lê ewanê ku Yezdan û Pêxemberê Wî dabûne derewdêrandinê hene! Ewan rûniştibûne, qe (ji bona baxişandina xwe) ne hatibûne, ewanê file ne ji wan hene! Wê di nêzîk da şapateke dilsoz bi wan da were
لَيْسَ عَلَى الضُّعَفَاءِ وَلَا عَلَى الْمَرْضَىٰ وَلَا عَلَى الَّذِينَ لَا يَجِدُونَ مَا يُنْفِقُونَ حَرَجٌ إِذَا نَصَحُوا لِلَّهِ وَرَسُولِهِ ۚ مَا عَلَى الْمُحْسِنِينَ مِنْ سَبِيلٍ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Li ser bêwec û nexweşan û li ser xezanên rastî tu malî nayên ku ji (bona qirîna bi wanê file ra di rêya Yezdan da bisixurînin), heke ewan ji bona Yezdan û Pêxemberê Wî şîreta (qencîyan) bikin tu goneh tune ye (ku ewan neçine qirînê). Şixwa li ser qenckaran qe tu rênedana wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e
وَلَا عَلَى الَّذِينَ إِذَا مَا أَتَوْكَ لِتَحْمِلَهُمْ قُلْتَ لَا أَجِدُ مَا أَحْمِلُكُمْ عَلَيْهِ تَوَلَّوْا وَأَعْيُنُهُمْ تَفِيضُ مِنَ الدَّمْعِ حَزَنًا أَلَّا يَجِدُوا مَا يُنْفِقُونَ
Ewanê di gava (tu derketî herî qirînê) hatibûne bal te, ji bo ku tu ewan sîyar bi kî (beheri qirînê) te jî ji wan ra (aha) gotibûye: "Qe li bal min tu tiştekî ku hûn li wan sîyar bin werne qirînê tune ye." Ji ber ku di destê wan da tu malê ewan (di rêya Yezdan) bisixurînin tune ye, ewan para zivirîne; çavê wan ji kovanan histêr dibarandin hene! Qe tu sikatî li ser wan jî tune ye
إِنَّمَا السَّبِيلُ عَلَى الَّذِينَ يَسْتَأْذِنُونَكَ وَهُمْ أَغْنِيَاءُ ۚ رَضُوا بِأَنْ يَكُونُوا مَعَ الْخَوَالِفِ وَطَبَعَ اللَّهُ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ فَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
Lê sikatî bi rastî li ser wan zengînên ku ji te destûr dixwestin (ku neçine qirînê) heye. Ewanan qayîl bûn (ku di mala xwe da bi wanê para da mane, rûnên) ji ber ku Yezdan li ser dilê wan duruf kirîye; îdî ewan (bi temtêla) xwe qe nizanin
يَعْتَذِرُونَ إِلَيْكُمْ إِذَا رَجَعْتُمْ إِلَيْهِمْ ۚ قُلْ لَا تَعْتَذِرُوا لَنْ نُؤْمِنَ لَكُمْ قَدْ نَبَّأَنَا اللَّهُ مِنْ أَخْبَارِكُمْ ۚ وَسَيَرَى اللَّهُ عَمَلَكُمْ وَرَسُولُهُ ثُمَّ تُرَدُّونَ إِلَىٰ عَالِمِ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Di gava ku hûn (ji qirînê) para da li bal wan da zivirî bûne, ewan (durûyan hatibûne) ji we baxişandina xwe bi hinek (sedeman xwestine). (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn qe baxişandina xwe ji me nexazin, bi rastî em ji we bawer nakin; loma Yezdan hemû temtêla bûyera we ji bona me ra gotîye. Û wê Yezdan û Pêxemberê Wî kirinê we bibînin, paşê wî ewê ku bi der û hûnduran dizane, hûnê herne bal îdî ka we çi kirîye, wê hemûşkî ji bona we ra bêje
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
