Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #50 Translated in Kurdish

وَلَوْ أَرَادُوا الْخُرُوجَ لَأَعَدُّوا لَهُ عُدَّةً وَلَٰكِنْ كَرِهَ اللَّهُ انْبِعَاثَهُمْ فَثَبَّطَهُمْ وَقِيلَ اقْعُدُوا مَعَ الْقَاعِدِينَ
Û heke (ewanî bawer ne dikirin) çûbûna qirînê bi van, wê ewanê ji bona (qirînê) tedarikeke xwe bikirinan. Lê Yezdan ji wan kirinê wan rikê xwe anî, îdî ewî ewanê (bê bawer di mala wan da) hîşt, (ji wan ra aha hate) gotinê: "Hûn jî (di mala xwe da) bi wanê (bêzar va) rûnên
لَوْ خَرَجُوا فِيكُمْ مَا زَادُوكُمْ إِلَّا خَبَالًا وَلَأَوْضَعُوا خِلَالَكُمْ يَبْغُونَكُمُ الْفِتْنَةَ وَفِيكُمْ سَمَّاعُونَ لَهُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِالظَّالِمِينَ
Heke ewanê (bê bawer) di nava we da derketina (qirînê) ewan ji pêştirê tevdanîyê qe ji bona we ra tu tiştek, pir ne dikirin û ewanê di nava we da hey têkilkirin danînan (ji bona ku hûn para da birevin). Şixwa di nava we da jî, ewanê ku gohdarêya (vanê bê bawer) bikirinan hebûn. Û Yezdan bi wanê cewrkar dizane
لَقَدِ ابْتَغَوُا الْفِتْنَةَ مِنْ قَبْلُ وَقَلَّبُوا لَكَ الْأُمُورَ حَتَّىٰ جَاءَ الْحَقُّ وَظَهَرَ أَمْرُ اللَّهِ وَهُمْ كَارِهُونَ
Bi sond! Ewan hêj di berê da tevdanî va bûne û ewan ji bona te ra pir bûyerên şoresîsaz kiribûne, heya rastî hatîye û fermanên Yezdan bi serfirazî servahatî ye, ewan bi xweber jî ji vê servahatina hanê rikê xwe anîbûne
وَمِنْهُمْ مَنْ يَقُولُ ائْذَنْ لِي وَلَا تَفْتِنِّي ۚ أَلَا فِي الْفِتْنَةِ سَقَطُوا ۗ وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمُحِيطَةٌ بِالْكَافِرِينَ
Û ji wan hinek jî hene (aha) dibêjin: "Ka (Muhemmed!) tu ji bona min ra destûr bide; (ji bona ku ez neçime qirînê) dawekû serê min nekebe xax û lorê giran." (Muhemmed!) tu hişyar be! Bi rastî ewan noqê derdan bûne û bi rastî dojê (cehenem) file hildane nava xwe da jî
إِنْ تُصِبْكَ حَسَنَةٌ تَسُؤْهُمْ ۖ وَإِنْ تُصِبْكَ مُصِيبَةٌ يَقُولُوا قَدْ أَخَذْنَا أَمْرَنَا مِنْ قَبْلُ وَيَتَوَلَّوْا وَهُمْ فَرِحُونَ
Û heke qencîyek bi te da were, hatina wê qencîyê ewan sik dike. Lê heke aşîtek bi te da were ewan (aha) dibêjin: "Bi sond! Me hêj di berê da tedarika xwe kiribû." Ewan bi şahitî pişta xwe dane, para çûne

Choose other languages: