Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #105 Translated in Kurdish

وَمِمَّنْ حَوْلَكُمْ مِنَ الْأَعْرَابِ مُنَافِقُونَ ۖ وَمِنْ أَهْلِ الْمَدِينَةِ ۖ مَرَدُوا عَلَى النِّفَاقِ لَا تَعْلَمُهُمْ ۖ نَحْنُ نَعْلَمُهُمْ ۚ سَنُعَذِّبُهُمْ مَرَّتَيْنِ ثُمَّ يُرَدُّونَ إِلَىٰ عَذَابٍ عَظِيمٍ
Û hinek ji wan koçerên li dora we da durû hene û hinek jî ji wan binecî ne (bajarê) Medînê hene, li ser durûya xwe lec dikin. Hûn bi wan nizanin, xurî em bi xweber bi wan dizanin. Emê ewan du caran şapat bikin, paşê ewanê li bal şapateke mezin da bêne zivirandinê
وَآخَرُونَ اعْتَرَفُوا بِذُنُوبِهِمْ خَلَطُوا عَمَلًا صَالِحًا وَآخَرَ سَيِّئًا عَسَى اللَّهُ أَنْ يَتُوبَ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Û Destek jî (ji wan kesên ku bi te ra nehatibûne qirînê) hene! ewan (hatine) ji gonehkarîya xwe ra erê gotine; Ewanan karên xweyên aştî û sikatî tevê hev kirine. Dibe ku Yezdan poşmanîya wan litê bike (ewan bibaxişîne). Bi rastî Yezdan baxişkerê dilovîn e
خُذْ مِنْ أَمْوَالِهِمْ صَدَقَةً تُطَهِّرُهُمْ وَتُزَكِّيهِمْ بِهَا وَصَلِّ عَلَيْهِمْ ۖ إِنَّ صَلَاتَكَ سَكَنٌ لَهُمْ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
(Muhemmed!) ji bo ku tu ewan (bi hildana) wî malî paqij û ewan pîroz û pir bikî, tu ji malê (vanê rastbêj) hinekî bac hilde. (Muhammed!) Tu ji bona wan ra (ji Yezdan) dilxwezîyên rind bixwaze. Bi rastî dilxwezîyên te ji bona wan ra hewdana dil e. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstekê pirzan e
أَلَمْ يَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ هُوَ يَقْبَلُ التَّوْبَةَ عَنْ عِبَادِهِ وَيَأْخُذُ الصَّدَقَاتِ وَأَنَّ اللَّهَ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ
Ma qey ewan nizanin ku hey Yezdan bi xweber e ji bendeyên xwe poşmanîya wan ji gonehan litê dike û bacan (ji maldaran) digire? Û bi rastî poşmanîya ji gonehan hey Yezdan bi xweber e litê dike û dilovîn e
وَقُلِ اعْمَلُوا فَسَيَرَى اللَّهُ عَمَلَكُمْ وَرَسُولُهُ وَالْمُؤْمِنُونَ ۖ وَسَتُرَدُّونَ إِلَىٰ عَالِمِ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Û (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (çi dikarin bikin) hûn ewî bikin, îdî wê Yezdan û Pêxemberê Wî û bawerkar, ewî karê we bibînin. Hûnê hemûşk jî bi rastî li bal wî (Yezdanê) ku bi der û hûnduran dizane bêne zivirandinê, îdî ewa ê di wê gavê da ewî karê ku we kirîye ji bona we ra bêje

Choose other languages: