Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #54 Translated in Kurdish

فَانْظُرْ إِلَىٰ آثَارِ رَحْمَتِ اللَّهِ كَيْفَ يُحْيِي الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا ۚ إِنَّ ذَٰلِكَ لَمُحْيِي الْمَوْتَىٰ ۖ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Îdî (Muhemmed!) tu li bal rêça dilovanîya Yezdan mêze bike, ka zemîn ji piştî mirina (xwe ya hişkaî) ça (bi hêşînaî) zende kirîye? Loma bi rastî Yezdan mirîya jî wusa zende dike. Şixwa Yezdan li ser hemî tiştî bi hêz e
وَلَئِنْ أَرْسَلْنَا رِيحًا فَرَأَوْهُ مُصْفَرًّا لَظَلُّوا مِنْ بَعْدِهِ يَكْفُرُونَ
Bi sond! Heke em bayekî bişînin (ewa baya rengê çandinîyên wan zer bike) ewan jî (çandinîyên xwe) zer bibînin, ewanê ji piştî vê (zeraya çandinîyên xwe) wê nonkorîya qencîyên me bikin û (wekî mirîyan) bimînin
فَإِنَّكَ لَا تُسْمِعُ الْمَوْتَىٰ وَلَا تُسْمِعُ الصُّمَّ الدُّعَاءَ إِذَا وَلَّوْا مُدْبِرِينَ
Îdî tu jî bi rastî nikarî bi mirîyan bidî guhdarîkirinê, gava ker pişta xwe bidinê herin, tu nikarî bi wan bidî bihîstinê
وَمَا أَنْتَ بِهَادِ الْعُمْيِ عَنْ ضَلَالَتِهِمْ ۖ إِنْ تُسْمِعُ إِلَّا مَنْ يُؤْمِنُ بِآيَاتِنَا فَهُمْ مُسْلِمُونَ
Û tu nikarî koran jî ji re wundabûna wan bînî rêya rast. Tu hey dikarî ewanê bi beratên me bawer kirine (şîretan) bidî bihîstinê. Îdî şixwa ewan bi xweber jî Misilman bûne
اللَّهُ الَّذِي خَلَقَكُمْ مِنْ ضَعْفٍ ثُمَّ جَعَلَ مِنْ بَعْدِ ضَعْفٍ قُوَّةً ثُمَّ جَعَلَ مِنْ بَعْدِ قُوَّةٍ ضَعْفًا وَشَيْبَةً ۚ يَخْلُقُ مَا يَشَاءُ ۖ وَهُوَ الْعَلِيمُ الْقَدِيرُ
Ew ê ku hûn ji (nişayeke) bê wec afirandîye heye! Ewa Yezdan e, ewî ji pişti bê wecyî (ji bona we ra) hêz daye: Paşê ji pişti hêzê ewî hûn bê wec kirine û hûn kal kirine. Ewa çi bivê diafirîne. Loma ewa pirzanê pir bi şî ye

Choose other languages: