Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #57 Translated in Kurdish

وَمَا أَنْتَ بِهَادِ الْعُمْيِ عَنْ ضَلَالَتِهِمْ ۖ إِنْ تُسْمِعُ إِلَّا مَنْ يُؤْمِنُ بِآيَاتِنَا فَهُمْ مُسْلِمُونَ
Û tu nikarî koran jî ji re wundabûna wan bînî rêya rast. Tu hey dikarî ewanê bi beratên me bawer kirine (şîretan) bidî bihîstinê. Îdî şixwa ewan bi xweber jî Misilman bûne
اللَّهُ الَّذِي خَلَقَكُمْ مِنْ ضَعْفٍ ثُمَّ جَعَلَ مِنْ بَعْدِ ضَعْفٍ قُوَّةً ثُمَّ جَعَلَ مِنْ بَعْدِ قُوَّةٍ ضَعْفًا وَشَيْبَةً ۚ يَخْلُقُ مَا يَشَاءُ ۖ وَهُوَ الْعَلِيمُ الْقَدِيرُ
Ew ê ku hûn ji (nişayeke) bê wec afirandîye heye! Ewa Yezdan e, ewî ji pişti bê wecyî (ji bona we ra) hêz daye: Paşê ji pişti hêzê ewî hûn bê wec kirine û hûn kal kirine. Ewa çi bivê diafirîne. Loma ewa pirzanê pir bi şî ye
وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ يُقْسِمُ الْمُجْرِمُونَ مَا لَبِثُوا غَيْرَ سَاعَةٍ ۚ كَذَٰلِكَ كَانُوا يُؤْفَكُونَ
Roya ku danê rabûna hemîtî tê, gonehkar sond dixwun, ku (di cîhanê da) hey danekî bi tenê mane. Şixwa ewan (di cîhanê da jî) wusa vir dikiribûne
وَقَالَ الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ وَالْإِيمَانَ لَقَدْ لَبِثْتُمْ فِي كِتَابِ اللَّهِ إِلَىٰ يَوْمِ الْبَعْثِ ۖ فَهَٰذَا يَوْمُ الْبَعْثِ وَلَٰكِنَّكُمْ كُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Ewanê ku ji wan ra zanîn û bawerî hatîye dayînê hene! Ewan (aha) gotine: "Bi sond! Di pirtûka Yezdan da, heya roya rabûna hemî da hûn mane. Îdî eva roya (bi xweber jî) roya rabûna hemî ye (hûn tê da hatine şandinê) lê hûn bi wê nizanin
فَيَوْمَئِذٍ لَا يَنْفَعُ الَّذِينَ ظَلَمُوا مَعْذِرَتُهُمْ وَلَا هُمْ يُسْتَعْتَبُونَ
Îdî di wê royê da Tatê cewrkaran qe kêrê wan nayê, guhdarya mijûlya wan jî nayê kirinê

Choose other languages: