Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #52 Translated in Kurdish

اللَّهُ الَّذِي يُرْسِلُ الرِّيَاحَ فَتُثِيرُ سَحَابًا فَيَبْسُطُهُ فِي السَّمَاءِ كَيْفَ يَشَاءُ وَيَجْعَلُهُ كِسَفًا فَتَرَى الْوَدْقَ يَخْرُجُ مِنْ خِلَالِهِ ۖ فَإِذَا أَصَابَ بِهِ مَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ إِذَا هُمْ يَسْتَبْشِرُونَ
Ewê ku bayê dişîne, îdî ewa baya jî ewran radike, paşê ewa bi vîna xwe ewan (ewran) jor da bela dike û par par dike, îdî tu dibînî ku baran di nava wan ewran da derdikebe, heye! Ewa Yezdan e. Îdî gava Yezdan ewê baranê bi ser bendeyên xwe yê, ku vaye ji wan ra bibarîne, barandîye; ewan nişke va (bihatina baranê) şa bûne
وَإِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلِ أَنْ يُنَزَّلَ عَلَيْهِمْ مِنْ قَبْلِهِ لَمُبْلِسِينَ
Ewan (bendan) hêj berya ku (baran bi ser wan da ne barîbû) ji hinartina baranê bê hêvî bûn
فَانْظُرْ إِلَىٰ آثَارِ رَحْمَتِ اللَّهِ كَيْفَ يُحْيِي الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا ۚ إِنَّ ذَٰلِكَ لَمُحْيِي الْمَوْتَىٰ ۖ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Îdî (Muhemmed!) tu li bal rêça dilovanîya Yezdan mêze bike, ka zemîn ji piştî mirina (xwe ya hişkaî) ça (bi hêşînaî) zende kirîye? Loma bi rastî Yezdan mirîya jî wusa zende dike. Şixwa Yezdan li ser hemî tiştî bi hêz e
وَلَئِنْ أَرْسَلْنَا رِيحًا فَرَأَوْهُ مُصْفَرًّا لَظَلُّوا مِنْ بَعْدِهِ يَكْفُرُونَ
Bi sond! Heke em bayekî bişînin (ewa baya rengê çandinîyên wan zer bike) ewan jî (çandinîyên xwe) zer bibînin, ewanê ji piştî vê (zeraya çandinîyên xwe) wê nonkorîya qencîyên me bikin û (wekî mirîyan) bimînin
فَإِنَّكَ لَا تُسْمِعُ الْمَوْتَىٰ وَلَا تُسْمِعُ الصُّمَّ الدُّعَاءَ إِذَا وَلَّوْا مُدْبِرِينَ
Îdî tu jî bi rastî nikarî bi mirîyan bidî guhdarîkirinê, gava ker pişta xwe bidinê herin, tu nikarî bi wan bidî bihîstinê

Choose other languages: