Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #43 Translated in Kurdish

وَمَا آتَيْتُمْ مِنْ رِبًا لِيَرْبُوَ فِي أَمْوَالِ النَّاسِ فَلَا يَرْبُو عِنْدَ اللَّهِ ۖ وَمَا آتَيْتُمْ مِنْ زَكَاةٍ تُرِيدُونَ وَجْهَ اللَّهِ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُضْعِفُونَ
Ji bo ku malê merivan pir be, hûn çiqa serpaîyan (riba) bidin, ewa li bal Yezdan hey pir nabe. Û hûn ji baca malê xwe, ji bona qayîlbûna Yezdan (ji hewcan ra) çi bidin, îdî ewa (mal û qencî li bal wî) car bi car pir dibe
اللَّهُ الَّذِي خَلَقَكُمْ ثُمَّ رَزَقَكُمْ ثُمَّ يُمِيتُكُمْ ثُمَّ يُحْيِيكُمْ ۖ هَلْ مِنْ شُرَكَائِكُمْ مَنْ يَفْعَلُ مِنْ ذَٰلِكُمْ مِنْ شَيْءٍ ۚ سُبْحَانَهُ وَتَعَالَىٰ عَمَّا يُشْرِكُونَ
Ew ê hûn afirandine û paşê ji bona we ra rojî daye û paşê we dimirîne û paşê; we dijîne heye! Ewa Yezdan e. Gelo di nava hevrîyên we da yekê ku tiştekî ji vanê borî bike heye? Yezdan ji van hevrîyên we paqij û bilind e
ظَهَرَ الْفَسَادُ فِي الْبَرِّ وَالْبَحْرِ بِمَا كَسَبَتْ أَيْدِي النَّاسِ لِيُذِيقَهُمْ بَعْضَ الَّذِي عَمِلُوا لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Bi sedema ku merivan bi destê xwe (goneh) ked kirine, tevdanî di reşaî û deryayê da xwûya bûye, dibe ku ewan (ji kirinê xwe) para da bizivirin (Yezdan) hinek ji kirinê wan bi wan daye çeşnekirinê
قُلْ سِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذِينَ مِنْ قَبْلُ ۚ كَانَ أَكْثَرُهُمْ مُشْرِكِينَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî Mekkîyan!) di zemîn da bigerin; îdî hûn mêze bikin ka encama wanê berya we da borîne ça bûye!" Pirê wan bi xweber jî hevrîçêker bûne
فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ الْقَيِّمِ مِنْ قَبْلِ أَنْ يَأْتِيَ يَوْمٌ لَا مَرَدَّ لَهُ مِنَ اللَّهِ ۖ يَوْمَئِذٍ يَصَّدَّعُونَ
Îdî hêj di berya ku roya ji (şapata) Yezdan tu kes nikare merivan bide para da, tu rûyî xwe ji bona ola Yezdan e rast ra bizivirîne. Di wê royê da (meriv) ji hev radiqetin

Choose other languages: