Surah Ar-Rad Ayahs #37 Translated in Kurdish
أَفَمَنْ هُوَ قَائِمٌ عَلَىٰ كُلِّ نَفْسٍ بِمَا كَسَبَتْ ۗ وَجَعَلُوا لِلَّهِ شُرَكَاءَ قُلْ سَمُّوهُمْ ۚ أَمْ تُنَبِّئُونَهُ بِمَا لَا يَعْلَمُ فِي الْأَرْضِ أَمْ بِظَاهِرٍ مِنَ الْقَوْلِ ۗ بَلْ زُيِّنَ لِلَّذِينَ كَفَرُوا مَكْرُهُمْ وَصُدُّوا عَنِ السَّبِيلِ ۗ وَمَنْ يُضْلِلِ اللَّهُ فَمَا لَهُ مِنْ هَادٍ
Îdî (mêze bike) qe ji bona wî (Yezdan)ê ku li ser hemî candaran bi kirina wan (dîdevan e, hevrî têne çêkirinê? Ewan (filan) ji bona Yezdan ra jî hevrî çê kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra bêje): "Ka, navan li wan (perestvanên xwe bikin, ku em mêze bikin alyekî wanê babetê perestîyê heye?) ya jî gelo hûnê bêjin: "Tişt di zemîn da hene, Yezdan bi wan nizane?" Ya jî hûn hey peyvên belaş dibêjin? Gotina wan nîne. Bi rastî (pelîd) ji bona wanê file ra kirinê wan daye xemilandinê (endezeyên wan xweşik tîne xûyandinê) û ewan ji rêya wî hatine fetilandinê. Û Yezdan kîjanî wunda bike, îdî ji wî ra qe tu beled tune ye
لَهُمْ عَذَابٌ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَلَعَذَابُ الْآخِرَةِ أَشَقُّ ۖ وَمَا لَهُمْ مِنَ اللَّهِ مِنْ وَاقٍ
Di jîna cîhanê da ji bona (wanê rê derketî ra) şapatek heye û bi sond! Şapata para da hêj zortir e. Tu parisvanê ku ewana ji şapata Yezdan biparisîne, tune ye
مَثَلُ الْجَنَّةِ الَّتِي وُعِدَ الْمُتَّقُونَ ۖ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۖ أُكُلُهَا دَائِمٌ وَظِلُّهَا ۚ تِلْكَ عُقْبَى الَّذِينَ اتَّقَوْا ۖ وَعُقْبَى الْكَافِرِينَ النَّارُ
Hecwekîya we bihişta, ku ji bona wanê xwe (ji bê fermanîya Yezdan) parisandine hatîye peymandanê (eva ye): "Di binê (darê) wê da çem dikişin, xwurek û sîhîyên wê her hene." Encama wanê xwe paris, eva ye. Encama filan jî agir e
وَالَّذِينَ آتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يَفْرَحُونَ بِمَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ ۖ وَمِنَ الْأَحْزَابِ مَنْ يُنْكِرُ بَعْضَهُ ۚ قُلْ إِنَّمَا أُمِرْتُ أَنْ أَعْبُدَ اللَّهَ وَلَا أُشْرِكَ بِهِ ۚ إِلَيْهِ أَدْعُو وَإِلَيْهِ مَآبِ
Ewanê (ku me di berê da ji wan ra pirtûk şandîye) bi vê pirtûka me li bal te da niqandîye şa dibin. Lê ji partîyan hinek hene! Ku bi hinekî (Qur’anê) bawer nakin. Tu (ji wan ra) bêje: "Ez hatime fermankirinê, ku ez bi rastî perestîya Yezdan bikim û ez ji wî ra hevrîyan çê nekim, ez hey li bal (Yezdan da) gazî (we) dikim û êwra (para da) hey (li bal Yezdan da ne)
وَكَذَٰلِكَ أَنْزَلْنَاهُ حُكْمًا عَرَبِيًّا ۚ وَلَئِنِ اتَّبَعْتَ أَهْوَاءَهُمْ بَعْدَمَا جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ مَا لَكَ مِنَ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا وَاقٍ
(Me di berya te da pirtûkên hizger bi ezmanê komal ê wan li ser wan da hinartîye) wusa jî me ser te da pirtûka (bi nav Qur’anê bi zimanê) Ereban hinartîye (ji bo ku tu bi wan biryarên wê, fermanê) berewanî bikî. Heke ji piştî, ku ji te ra zanîn hatibe, paşê tu bibî pewrewê (hewesa filan) îdî ji bona te re tu parisvan û serkarê, ku te (ji şapata) Yezdan fereste bike tune ye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
