Surah An-Nur Ayahs #39 Translated in Kurdish
اللَّهُ نُورُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ مَثَلُ نُورِهِ كَمِشْكَاةٍ فِيهَا مِصْبَاحٌ ۖ الْمِصْبَاحُ فِي زُجَاجَةٍ ۖ الزُّجَاجَةُ كَأَنَّهَا كَوْكَبٌ دُرِّيٌّ يُوقَدُ مِنْ شَجَرَةٍ مُبَارَكَةٍ زَيْتُونَةٍ لَا شَرْقِيَّةٍ وَلَا غَرْبِيَّةٍ يَكَادُ زَيْتُهَا يُضِيءُ وَلَوْ لَمْ تَمْسَسْهُ نَارٌ ۚ نُورٌ عَلَىٰ نُورٍ ۗ يَهْدِي اللَّهُ لِنُورِهِ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَيَضْرِبُ اللَّهُ الْأَمْثَالَ لِلنَّاسِ ۗ وَاللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Ruohnaya ezman û zemin; Yezdan e. Hecwekîya ruhnaya wî wekî piltekî di hundurê fanoseke devgirtî da be (wusa diçilwule). Ew a fanosa jî di hundurê şûşan da hilbe, tu dibê qey ewa (şûşa ku têda fanos hildebe) stêrkeke dûr e (li her alîyê xwe da) ronahîyê bela dike (di şûna xwe da diçilwule). Ewa (fanosa) ji (rûnê) zeytûnê dara pîroz e; ne li rojhilat û ne jî li rojava da ne, pê dikeve; Heke agir bi wî (rûnî) nekebe jî, ewa (rûna wusa tase-saf) bi xweber tav dide. Eva rohnaya (bi van salixan wusa pire) dibe rohnaîya li ser rohnaîyê. Yezdan ji kîjanî ra bivê, ewî li bal rohnaya xwe ra tîne. Yezdan ji bona merivan ra (bi vî awayî) hecwekîyan çê dike, Şixwa Yezdan bi hemî tiştî pirzan e
فِي بُيُوتٍ أَذِنَ اللَّهُ أَنْ تُرْفَعَ وَيُذْكَرَ فِيهَا اسْمُهُ يُسَبِّحُ لَهُ فِيهَا بِالْغُدُوِّ وَالْآصَالِ
Ji bona Yezdan ra di sibeh û êvaran da, paqijî û perestîya wî di wan xanîyên ku Yezdan destûr daye, ku di wan da navê: Yezdan û biryarên wî bêne xwendine, tê kirine
رِجَالٌ لَا تُلْهِيهِمْ تِجَارَةٌ وَلَا بَيْعٌ عَنْ ذِكْرِ اللَّهِ وَإِقَامِ الصَّلَاةِ وَإِيتَاءِ الزَّكَاةِ ۙ يَخَافُونَ يَوْمًا تَتَقَلَّبُ فِيهِ الْقُلُوبُ وَالْأَبْصَارُ
(Ewanê ku di wan xanîyan da perestîya Yezdan dikin hene!) ewan hinek mêrên (wusa nin) ku bazirganî û kirîn û firotin; ewan ji nimêjkirin û ji dayîna baca malan, nadine para da, ewan (mêran) hey ji hatina wê roya, ku dil û çav têda weldigerin, ditirsin
لِيَجْزِيَهُمُ اللَّهُ أَحْسَنَ مَا عَمِلُوا وَيَزِيدَهُمْ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَاللَّهُ يَرْزُقُ مَنْ يَشَاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
(Ewan perestî dikin û ditirsin) ji bo ku Yezdan ji kirinê wan çêtir, wan xelat bike û hêj ji rûmeta xwe jî (ji wan ra xelatan) pir bike. Loma Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar rozînan dide
وَالَّذِينَ كَفَرُوا أَعْمَالُهُمْ كَسَرَابٍ بِقِيعَةٍ يَحْسَبُهُ الظَّمْآنُ مَاءً حَتَّىٰ إِذَا جَاءَهُ لَمْ يَجِدْهُ شَيْئًا وَوَجَدَ اللَّهَ عِنْدَهُ فَوَفَّاهُ حِسَابَهُ ۗ وَاللَّهُ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Ewanê bûne file hene! Keda wan wekî leylana rastan e: Ewê tî (gava leylanê dibîne) dibê qey av e. Gava li bal da diçe, rastî tu tiştî nayê (ku vexwe) îdî (bê hêvî dimîne) li wura rastê şapata Yezdan tê. Ewa keda wî bê kêmasî dide wî. Loma Yezdan hijmaran zû pêk tîne
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
