Surah An-Nur Ayahs #41 Translated in Kurdish
رِجَالٌ لَا تُلْهِيهِمْ تِجَارَةٌ وَلَا بَيْعٌ عَنْ ذِكْرِ اللَّهِ وَإِقَامِ الصَّلَاةِ وَإِيتَاءِ الزَّكَاةِ ۙ يَخَافُونَ يَوْمًا تَتَقَلَّبُ فِيهِ الْقُلُوبُ وَالْأَبْصَارُ
(Ewanê ku di wan xanîyan da perestîya Yezdan dikin hene!) ewan hinek mêrên (wusa nin) ku bazirganî û kirîn û firotin; ewan ji nimêjkirin û ji dayîna baca malan, nadine para da, ewan (mêran) hey ji hatina wê roya, ku dil û çav têda weldigerin, ditirsin
لِيَجْزِيَهُمُ اللَّهُ أَحْسَنَ مَا عَمِلُوا وَيَزِيدَهُمْ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَاللَّهُ يَرْزُقُ مَنْ يَشَاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
(Ewan perestî dikin û ditirsin) ji bo ku Yezdan ji kirinê wan çêtir, wan xelat bike û hêj ji rûmeta xwe jî (ji wan ra xelatan) pir bike. Loma Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar rozînan dide
وَالَّذِينَ كَفَرُوا أَعْمَالُهُمْ كَسَرَابٍ بِقِيعَةٍ يَحْسَبُهُ الظَّمْآنُ مَاءً حَتَّىٰ إِذَا جَاءَهُ لَمْ يَجِدْهُ شَيْئًا وَوَجَدَ اللَّهَ عِنْدَهُ فَوَفَّاهُ حِسَابَهُ ۗ وَاللَّهُ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Ewanê bûne file hene! Keda wan wekî leylana rastan e: Ewê tî (gava leylanê dibîne) dibê qey av e. Gava li bal da diçe, rastî tu tiştî nayê (ku vexwe) îdî (bê hêvî dimîne) li wura rastê şapata Yezdan tê. Ewa keda wî bê kêmasî dide wî. Loma Yezdan hijmaran zû pêk tîne
أَوْ كَظُلُمَاتٍ فِي بَحْرٍ لُجِّيٍّ يَغْشَاهُ مَوْجٌ مِنْ فَوْقِهِ مَوْجٌ مِنْ فَوْقِهِ سَحَابٌ ۚ ظُلُمَاتٌ بَعْضُهَا فَوْقَ بَعْضٍ إِذَا أَخْرَجَ يَدَهُ لَمْ يَكَدْ يَرَاهَا ۗ وَمَنْ لَمْ يَجْعَلِ اللَّهُ لَهُ نُورًا فَمَا لَهُ مِنْ نُورٍ
Ya jî (keda wan filan) wekî tarîtîya di derya (kûr da ne). Lêpan ewa (derya) nixima dibe, li ser (deryayê) lêp hebin, li ser lêpan jî ewrê reş ê tarî hebin, li ser hev bûne tarîtî (îdî kes nikare di van tarîtîyan da bimeşe). Gava ewa (di van tarîtîyan da) destê xwe derxe (derva) destê xwe jî nabîne. (Evan filan jî wusa rêya xwe di tarîtîya fıletîyê da wunda kirine, îdî nikarin bibînin). Loma heke Yezdan ji bona kesekî ra ruhnaî çêneke, îdî ji bona wî ra qe tu ruhnaî tune ye
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ يُسَبِّحُ لَهُ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَالطَّيْرُ صَافَّاتٍ ۖ كُلٌّ قَدْ عَلِمَ صَلَاتَهُ وَتَسْبِيحَهُ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِمَا يَفْعَلُونَ
Ma qey tu nabînî ku jî bona Yezdan ra hemî kesên di ezman û zemîn da heyî û hemî çûkên baskê xwe li hev dixin û ref digirin, perestî dikin û paqijî dikin? Bi sond! Hemîşka jî bi nimêj û perestîya xwe zanîne. Loma Yezdan bi kirina wan pir dizane
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
