Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #43 Translated in Kurdish

وَالَّذِينَ كَفَرُوا أَعْمَالُهُمْ كَسَرَابٍ بِقِيعَةٍ يَحْسَبُهُ الظَّمْآنُ مَاءً حَتَّىٰ إِذَا جَاءَهُ لَمْ يَجِدْهُ شَيْئًا وَوَجَدَ اللَّهَ عِنْدَهُ فَوَفَّاهُ حِسَابَهُ ۗ وَاللَّهُ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Ewanê bûne file hene! Keda wan wekî leylana rastan e: Ewê tî (gava leylanê dibîne) dibê qey av e. Gava li bal da diçe, rastî tu tiştî nayê (ku vexwe) îdî (bê hêvî dimîne) li wura rastê şapata Yezdan tê. Ewa keda wî bê kêmasî dide wî. Loma Yezdan hijmaran zû pêk tîne
أَوْ كَظُلُمَاتٍ فِي بَحْرٍ لُجِّيٍّ يَغْشَاهُ مَوْجٌ مِنْ فَوْقِهِ مَوْجٌ مِنْ فَوْقِهِ سَحَابٌ ۚ ظُلُمَاتٌ بَعْضُهَا فَوْقَ بَعْضٍ إِذَا أَخْرَجَ يَدَهُ لَمْ يَكَدْ يَرَاهَا ۗ وَمَنْ لَمْ يَجْعَلِ اللَّهُ لَهُ نُورًا فَمَا لَهُ مِنْ نُورٍ
Ya jî (keda wan filan) wekî tarîtîya di derya (kûr da ne). Lêpan ewa (derya) nixima dibe, li ser (deryayê) lêp hebin, li ser lêpan jî ewrê reş ê tarî hebin, li ser hev bûne tarîtî (îdî kes nikare di van tarîtîyan da bimeşe). Gava ewa (di van tarîtîyan da) destê xwe derxe (derva) destê xwe jî nabîne. (Evan filan jî wusa rêya xwe di tarîtîya fıletîyê da wunda kirine, îdî nikarin bibînin). Loma heke Yezdan ji bona kesekî ra ruhnaî çêneke, îdî ji bona wî ra qe tu ruhnaî tune ye
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ يُسَبِّحُ لَهُ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَالطَّيْرُ صَافَّاتٍ ۖ كُلٌّ قَدْ عَلِمَ صَلَاتَهُ وَتَسْبِيحَهُ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِمَا يَفْعَلُونَ
Ma qey tu nabînî ku jî bona Yezdan ra hemî kesên di ezman û zemîn da heyî û hemî çûkên baskê xwe li hev dixin û ref digirin, perestî dikin û paqijî dikin? Bi sond! Hemîşka jî bi nimêj û perestîya xwe zanîne. Loma Yezdan bi kirina wan pir dizane
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ وَإِلَى اللَّهِ الْمَصِيرُ
Maldarî û seroktîya ezman û zemîn, hey ji bona Yezdan ra ne. Fetilandin hey li bal Yezdan da ne
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ يُزْجِي سَحَابًا ثُمَّ يُؤَلِّفُ بَيْنَهُ ثُمَّ يَجْعَلُهُ رُكَامًا فَتَرَى الْوَدْقَ يَخْرُجُ مِنْ خِلَالِهِ وَيُنَزِّلُ مِنَ السَّمَاءِ مِنْ جِبَالٍ فِيهَا مِنْ بَرَدٍ فَيُصِيبُ بِهِ مَنْ يَشَاءُ وَيَصْرِفُهُ عَنْ مَنْ يَشَاءُ ۖ يَكَادُ سَنَا بَرْقِهِ يَذْهَبُ بِالْأَبْصَارِ
Ma qey tu nabînî? Ku bi rastî Yezdan ewran pev dixe, paşê ewan (wusa) dicivîne (nava wan ewran da valatî nahêle) paşê (ewan ewran) li ser hev deste deste digevêşe, îdî tu dibînî ku barişt ji wan (ewran) dibare. Ji wan ewrên jor da wekî çîya hene, ji wan da xilolîlk (û barişt) dibare. îdî ewa (zîyana kê bivê) ewê zîpikê li çandina wî dixe (Yezdan wê zîpikê ji çandina wanê ku zîyana wan nevaye) dide fetilandinê; (Ewan berqetavê ku ji wan ewran derdikebin) nêzîk dibe ku tîrêja wan (ruhnaya) çavan behere

Choose other languages: