Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #36 Translated in Kurdish

وَأَنْكِحُوا الْأَيَامَىٰ مِنْكُمْ وَالصَّالِحِينَ مِنْ عِبَادِكُمْ وَإِمَائِكُمْ ۚ إِنْ يَكُونُوا فُقَرَاءَ يُغْنِهِمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Û hûn (gelî bawergeran!) xamayên xwe û bendeyên xwe û qerewaşê xwe yê aştîkar in, kevîn bikin. Heke ewan xezan bin, Yezdanê ewan ji rûmeta xwe zengîn bike. Loma Yezdan (xweyê qencî yên fıre ye) pirzan e
وَلْيَسْتَعْفِفِ الَّذِينَ لَا يَجِدُونَ نِكَاحًا حَتَّىٰ يُغْنِيَهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَالَّذِينَ يَبْتَغُونَ الْكِتَابَ مِمَّا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ فَكَاتِبُوهُمْ إِنْ عَلِمْتُمْ فِيهِمْ خَيْرًا ۖ وَآتُوهُمْ مِنْ مَالِ اللَّهِ الَّذِي آتَاكُمْ ۚ وَلَا تُكْرِهُوا فَتَيَاتِكُمْ عَلَى الْبِغَاءِ إِنْ أَرَدْنَ تَحَصُّنًا لِتَبْتَغُوا عَرَضَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۚ وَمَنْ يُكْرِهْهُنَّ فَإِنَّ اللَّهَ مِنْ بَعْدِ إِكْرَاهِهِنَّ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Ewan (xezanê) ku nikarin kevîn bibin hene! Heya Yezdan ewan ji rûmeta xwe zengîn bike, bira xwe ji tûlîtîyê biparisînin. Ewan koleyên (jin û mêrên) binê destê we da hene! Heke ewan ji we azadîya xwe, di hemberê (dayîna hinek baban da) bixwezin, îdî heke hûn bizanin (di azadîya wan da) qencî ji bona (wan kolan) heye, hûn ji wan (kolan ra danê dayîna bahan) binivîsin. Ewa malê (ku ewan kolan ji bona we ra tînin, bi rûmeta) Yezdan didine we, hûn jî hinekî ji wî malî ji bona wan (kolan ra bibaxişandin, para da) bidine wan. (Gelî kesan!) hûn ji bona (kara) cîhanê (li koleyên) xwe yên jin, kotekî ji bona hîzê nekin; ku ewan (kolan) dawparizaya xwe biven. Kîjan ji bona (fehşayê) li wan (kolan) kotekî bike, Yezdan ji piştî kotekîya wan (li ser hîzîtîya kolan, ji bona wan koleyên jin) baxişkarê dilovîn e
وَلَقَدْ أَنْزَلْنَا إِلَيْكُمْ آيَاتٍ مُبَيِّنَاتٍ وَمَثَلًا مِنَ الَّذِينَ خَلَوْا مِنْ قَبْلِكُمْ وَمَوْعِظَةً لِلْمُتَّقِينَ
Bi sond! Me li bal we da beratên hizwartîkar hinartîne (evan beratan) ji wanê berya we da (ji bona we ra) hecwekîyeke û ji bona xudaparizan jî şîretek e
اللَّهُ نُورُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ مَثَلُ نُورِهِ كَمِشْكَاةٍ فِيهَا مِصْبَاحٌ ۖ الْمِصْبَاحُ فِي زُجَاجَةٍ ۖ الزُّجَاجَةُ كَأَنَّهَا كَوْكَبٌ دُرِّيٌّ يُوقَدُ مِنْ شَجَرَةٍ مُبَارَكَةٍ زَيْتُونَةٍ لَا شَرْقِيَّةٍ وَلَا غَرْبِيَّةٍ يَكَادُ زَيْتُهَا يُضِيءُ وَلَوْ لَمْ تَمْسَسْهُ نَارٌ ۚ نُورٌ عَلَىٰ نُورٍ ۗ يَهْدِي اللَّهُ لِنُورِهِ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَيَضْرِبُ اللَّهُ الْأَمْثَالَ لِلنَّاسِ ۗ وَاللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Ruohnaya ezman û zemin; Yezdan e. Hecwekîya ruhnaya wî wekî piltekî di hundurê fanoseke devgirtî da be (wusa diçilwule). Ew a fanosa jî di hundurê şûşan da hilbe, tu dibê qey ewa (şûşa ku têda fanos hildebe) stêrkeke dûr e (li her alîyê xwe da) ronahîyê bela dike (di şûna xwe da diçilwule). Ewa (fanosa) ji (rûnê) zeytûnê dara pîroz e; ne li rojhilat û ne jî li rojava da ne, pê dikeve; Heke agir bi wî (rûnî) nekebe jî, ewa (rûna wusa tase-saf) bi xweber tav dide. Eva rohnaya (bi van salixan wusa pire) dibe rohnaîya li ser rohnaîyê. Yezdan ji kîjanî ra bivê, ewî li bal rohnaya xwe ra tîne. Yezdan ji bona merivan ra (bi vî awayî) hecwekîyan çê dike, Şixwa Yezdan bi hemî tiştî pirzan e
فِي بُيُوتٍ أَذِنَ اللَّهُ أَنْ تُرْفَعَ وَيُذْكَرَ فِيهَا اسْمُهُ يُسَبِّحُ لَهُ فِيهَا بِالْغُدُوِّ وَالْآصَالِ
Ji bona Yezdan ra di sibeh û êvaran da, paqijî û perestîya wî di wan xanîyên ku Yezdan destûr daye, ku di wan da navê: Yezdan û biryarên wî bêne xwendine, tê kirine

Choose other languages: